Komîteya Şilêr li ser qetilkirina 4 zarokan: Koalîsyon berpirsyare, daxuyanî tenê têrê nake

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan bertek nîşanî qetilkirina 4 zarokan li navenda perwerdeyê ya li gundê Şemoka yê Hesekê da û got “Koalîsyon berpirsyarê êrişê ye, daxuyanî bi tenê têra qetilkirina zarokên me nake. Divê qada hewayî li pêşiya balafirên dewleta Tirk bê girtin”

Komîteya Şilêr li ser qetilkirina 4 zarokan: Koalîsyon berpirsyare, daxuyanî tenê têrê nake
21 tebax, 2022   07:46
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên delweta Tirk a dagirker û qetilkirina zarokan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. 18`ê Tabaxa 2022'an balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navendeke perwerdekirina zarokên keç a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ya li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî vê êrişî da û soza da ku dê qetilkirina zarokan bê hesab derbas neke.

Der barê mijarê de endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûliya Xelo ji ajansa me re axivî.

Jûliya Xelo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber li dijî herêmê pêk tên û bal kişand ser daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî û got: “Daxuyanî bi tenê têra qetilkirina zarokên me nake, divê bi cidî li ser mijarê bê sekinandin. Bi awayeke nivîskî û li ser ragihandinê nabe divê rê li pêşiya balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk bê girtin.”

Jûliya Xelo da zanîn ku tevî daxuyanî û nerazîbûnan dewleta Tirk a qirker di pêkanîna sûcan de dewam dike. Welatiyan bi giştî dike hedefa xwe, ji wan jî bi piranî zarok dibin qurban û got: “Kolasîyon berpirsyar e, ji ber tu balafir bêyî erêkirina wan nikare derbas bibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Jûliya Xelo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dizane zarok pêşeroja civaka xwe ne û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê dixwaze van zarokan gazî bike û şerê taybet li dijî wan pêk bîne. Bi vê yekê dixwaze bingeha civakê hilweşîne û bi hêsanî derbasî herêmên me bibe.”

ANHA