'Ji bilî îradeya gel em xwe naspêrin tu aliyan'

Gelên herêmê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê nerzîbûnên xwe nîşan dan. Şêniyan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide şêniyan koçber bike lê mayîna wan berxwedana herî mezin e.

'Ji bilî îradeya gel em xwe naspêrin tu aliyan'
'Ji bilî îradeya gel em xwe naspêrin tu aliyan'
21 tebax, 2022   06:39
KOBANÊ

Sêşemê (16`ê Tebaxê) dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe taxên bajarê Kobanê û 12 gundên li rojava û rojhilatê wê topbaran kirin.

Di topbaranê de dewleta Tirk yekser malên welatiyan kir hedef. Di encamê de zarokek şehîd bû û 4 din jî birîndar bûn di nav de jinek heye.

Têkildarî vê yekê şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan armanc dike, ewlehiya kantonê têk bibe, lê gotin ew dev ji axa xwe bernadin.

RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN, NY Û HÊZÊN GARANTOR DEREWEKE MEZIN E

Şêniyê bi navê Mihemed Mesî yê ji Kobanê ku mala wî li taxekê li rojavayê Kobanê ye û gelek top lê ketine ji ajansa me re axivî û got: “Em nikarin pişta xwe bidin tu kesî, vîna gel pişta me ye.”

Mesî wiha domand: “Rêxistinên mafên mirovan, NY û hêzên garantor, dereweke mezin e. Tu sûda wan tune ye. Mayîna me li herêmê berxwedana herî mezin e. Dagirkerî hewl dide bi rêya topbaranê me koçber bike. Lê çi dike bila bike em nahêlin Tirkiye bosteke axa me dagir bike.”

Mesî daxuyand ku gelê Kurd dildarê aştiyê ye, ji gelên cîhanê yê herî kevnar e, nayê qikirin an jî tunekirin ji ber xwedî vîneke xurt e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Gelo çima ewqas kîn? ji bo çi dewleta Tirk ji kurdan nefret dike?”

Mihemed Mesî diyar kir ku ew ji kesên kurdiyatiyê îdia dikin û bi dewleta Tirk re li dijî gelê xwe kar dikin re dibêjin: “Berxwedan vebijêrka me ye heta ku serkeftin pêk were.”

'HIKUMETA ŞAMÊ Û RÛSYA ERKÊN XWE BI CIH NAYNIN'

Roja sêşemê dema dewleta Tirk bajarê Kobanê topbaran dikir, bi dehan ciwan daketin kolanan û teqezî bi berxwedanê li hember êrişên dagirkirinê û planên tirsandina şêniyan, kir.

Şêniyê bi navê Xelîl Can jî got dewleta Tirk bi dehan topan bajarê Kobanê kir hedef û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di encamê de sivîl şehîd û birîndar bûn. Em van sûcan şermezar dikin. Ew îdia dike ku nuqteyên leşkerî topbaran dike. Lê ev ne rast e. Wê bi awayekî hovane taxên tijî şênî topbaran kirin.”

Xelîl Can di dawiyê de got: “Hebûna hêzên hikuemta Şamê û Rûsya li herêmê ji bo rawestandina van êrişan e. Lê ew li hember van sûcan bêdeng in û rola xwe bi cih nayînin da ku van êrişan rawestînin.”

ANHA