Parêzer Neîmî li ser êrişa gundê Şemoka: Divê beşa 7'an a peymana NY'yê were pêkanîn

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî navendeke perwerdeyê ya li gundê Şemoka, parêzer Mihemed Neîmî got, "ger gef li aştî û aramiyê werin xwarin, divê beşa 7'an a peymana NY'yê were bicihanîn."

Parêzer Neîmî li ser êrişa gundê Şemoka: Divê beşa 7'an a peymana NY'yê were pêkanîn
21 tebax, 2022   07:02
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker 18`ê Tebaxê bi balafireke bê mirov a bi çek navendeke perwerdê ya taybet bi keçan a li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê-Til Temir kir armanc. Ev navend tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike.

Di encama êrişan de 4 zarok  şehîd bûn û 11 din birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh nasnameyên 4 her şehîdan ragihandin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Mihemed Emîn Neîmî têkildarî êrişa li ser navendê ji ajansa me re axivî û got, Tirkiye di demên dawî de planên nû pêk tîne û ji beriya 4 mehan ve ketiye qonaxên din.

Parêzer Mihemed Emîn Neîmî bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û anî ziman ku civata navneteweyî bi vê bêdengiya xwe xizmeta berjewendiyên wê dike û wiha domand: ''Êdî her kes dizane ku Tirkiyê çi dike, lê dîsa jî da ku berjewendiyên wan bimeşin û li herêmê serweriyên xwe zêde bikin, tawîzan didin Tirkiyê. Li gorî sîstema mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ev sûcên dewleta Tirk a dagirker nayê qebûlkirin."

Der barê hedefgirtina navenda perwerdeyê ya keçan a li gundê Şemoka yê Hesekê de  Neîmî ev nirxandin kir: "Tevî navenda perwerdê ya keçan a li gundê Şemoka di bin çavdêriya NY`yê de ye û nêzî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye, lê dîsa jî heta niha tu helwest nîşan nedane."

Parêzer Mihemed Emîn Neîmî helwesta dewletên garantorên agirbestê rexne kir û got: "Em zanin dewletên garantor li pêşiya raya giştî ya cîhanê destûr nedane Tirkiyê ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, lê li aliyekî din destûr daye wê ku li dijî van herêmên navborî balafirên bêmirov bi kar bîne."

Neîmî anî ziman ku ger êriş pêk hatin û gef li aştî û aramiyê were xwarin divê beşa 7`an a peymana NY`yê pêk were.

Li gorî bendên ji 39 heta 51 yên beşa 7'an peymana Konseya Ewlekariyê, heger gef an jî êrişek li ser aştiya herêmekê were kirin, cezayên li gorî madeyên 41 û 42 tên bi cihkirin da ku aştî û ewlehiya navneteweyî werin parastin. Her wiha tedbîrên taybet digire da ku palneke  ji bo rêgirtina li ber aloziya bikaranîna hêza çekê deyne.

Parêzer Mihemed Neîmî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku parastina ewlehiya herêmê û welatiyan were kirin.

Şêniyên herêmên navborî ji 25`ê Nîsana 2017`an ve têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

28`ê Hezîranê îsal jî 30`î partiyên siyasî yên li herêmê bûn bi daxuyaniyeke hevbeş bang li NY`yê, YE, DYA`yê û Rûsya kir ku qada herêmê li pêşiya êrişan bigirin. Piştre kesayetên siyasî yên Ereb piştgirî dan vê bangê.

(eh)

ANHA