Di qezaya trafîkê ya li Dêrika Mêrdînê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Dêrikê ya Mêrdînê kamyona ku frênê wê teqiya ket nava qelebalixiyê. Di qezayê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di qezaya trafîkê ya li Dêrika Mêrdînê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da
21 tebax, 2022   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ketina navçeya Dêrik a Mêrdînê, duh êvarî du wesayîtan qeza kirin. Gava welatî bi hawariya kesên birîndar ve diçûn, kamyona ku hat hîn bûn a Cengîz Holdîngê ye frênê wê teqiya û ket nava qelebalixiyê. Di qezayê de yek jê polîs 20 kesan jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye duh li ser rêya Dîlok-Nîzîpê jî qezaya trafîkê rû da û di qezayê de 16 kesan jiyana jiyana xwe ji dabûn û 21 kes birîndar bûbûn.