‘Dixwazin bi êrişan jinên azad bê vîn bihêlin û şoreşa jinan têk bibin’

Endama rêveberiya Kongra Star a kantona Efrînê Ferîde Îbo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide di kesayeta jinan de şoreşa Rojava têk bibe û got “Em ê heta serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê bi vîna jinên azad tê bikoşin.”

‘Dixwazin bi êrişan jinên azad bê vîn bihêlin û şoreşa jinan têk bibin’
21 tebax, 2022   03:41
ŞEHBA

Dagirkeriya Tirk ku li hember destkeftî û serkeftinên şoreşa gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ranagire û bi her awayî, li her deverê êriş dike û dixwaze van destkeftiyan ji holê rake û gelên herêmê qir bike.

Mînakên êrişên li dijî jinên pêşeng ên di qadên leşkerî, siyasî, dîplomasî û civakî de gelek in.

Di 22`yê Tîrmeha 2022`yan de 3 jinên pêşeng û leheng ên ku li dijî terora DAIŞ`ê şer kirin, fermandara Hêzên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker hatin şehîdxistin.

Her wiha di 19`ê Tebaxa 2021`an de, bi rêya sîxuran navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hat bombekirin, di êrişê de endama Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û endama Meclisa Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) fermandar Sosin Bîrhat û hevalên wê tev li karwanê şehîdan bûn.

Balafirên keşfê û balafirên şer yên dagirkeriya Tirk rojane li asîmanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin kantrola Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê de ye, digerin û êrişên hewayî pêk tînin. Di encamê de welatiyên herêmê tên şehîdxistin û birîndarkirin. Ji lew re, di radeya yekemîn de, Rûsya û hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên ku qaşo şerê terorê dikin, ji van êrişan berpirsiyar in. Ev hêz hem garantorên agirbestê ne ku di Cotmeha 2019`an de pêk hatiye, hem jî Koalîsyona Navneteweyî ya tev li şerê li dijî DAIŞ`ê bûye, li pêş çavên wê jinên ku li dijî DAIŞ`ê şer kirin, tên şehîdxistin.

HERÎ ZÊDE JIN Û ZAROK DIBIN QURBANÎ

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişên hewayî, lê belê hemû cureyên êrişan li dijî herêmê pêk tîne. Dewleta dagirker û çeteyên ser bi wê ve rojane herêmên bi welatiyan dagirtî bi obîs, hewan û hemû cureyên çekên giran topbaran dikin. Di encamê de herî zêde jin û zarok dibin qurbanî.

Di 26`ê Tîrmehê de, di topbarana dagirkeriya Tirk li ser navçeya Til Rifetê de 6 jinên ku bi çandiniyê debara jiyana xwe dikirin, birîndar bûn. Ji ber ku birînên wê giran bûn, ji wan zaroka 17 salî şehîd bû.

Di dawiya meha Tîrmehê de jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeyên Zirgan û Til Temrê yên kantona Hesekê topbaran kirin, di encamê de 5 ji wan jin, 11 welatî birîndar bûn.

Di 4`ê Tebaxê de jî, dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi balafireke xwekuj bombebaran kir, di encamê de 9 welatî, ji wan 6 zarok û 2 jin birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, endama rêveberiya Kongra Star a kantona Efrînê Ferîde Îbo ji ajansa me re wiha axivî: "Ji dema koçberkirina ji Efrînê û heya roja Îro êrişên dagirkeriya Tirk li ser sivîan û bi taybet jinan nesekinîne. Jin roj bi roj li herêmên dagirkirî rastî sûcan tên. Dagirkeriya Tirk bênavber li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne. Armanca dewleta Tirk ji van êrişan, di kesayeta jinan de tunekirina civakê ye."

‘DIXWAZIN DI KESAYETA JINAN DE ŞOREŞA JINAN TÊK BIBIN’

Ferîde Îbo destnîşan kir ku bi hedefgirtina welaiyan, dewleta Tirk a dagirker dixwaze di kesayeta jinan de Şoreşa Rojava ya bi şoreşa jinan tê nasîn, têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hedefgirtina fermandar jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan, dewleta Tirk dixwaze qaşo serkeftinên xwe pêşkêşî gelê Tirkiyê û cîhanê bike."

Ferîde Îbo da zanîn ku sedema êriş û binpêkirinên dagirkeriyê ew e ku dewleta Tirk, aloziyeke navxweyî jiyan dike û got: "Bi pêşengtiya jinên YJA Starê li çiyayên azad, dagirkerî şikestinê jiyan dike û derbên giran dixwe. Ji ber wê yekê hikumeta Tirkiyê aloziyeke navxweyî jiyan dike. Her wiha ji ber têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewleta Tirk berê xwe dide herêmên dagirkirî û li wir jinan direvîne, dikuje û dest diavêje wan. Li kêkela wê rojana welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topebaran û bombebaran dike, ku di encam de ziyanên mezin dighêjin jinan."

Di dawiya axaftina xwe de, endama rêveberiya Kongra Star a kantona Efrînê Ferîde Îbo soza şopandina şehîdan da û tekez kir ku heta pêkaîna serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê ew ê bi vîna jinên azad tê bikoşin.

ANHA