​​​​​​​Lihevkirina Edeneyê ya nûjenkirî: Berjewendiyên Rûsya-Tirkiyê li ser hesabê gelên herêmê

Kadar Pîrê bang li hikumeta Şamê kir ku ‘Lihevkirina Edeneyê’ ya bi dewleta Tirk a dagirker re betal bike û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike ku rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Kadar Pîrê anî ziman ku ev lihevkirin xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nake.

​​​​​​​Lihevkirina Edeneyê ya nûjenkirî: Berjewendiyên Rûsya-Tirkiyê li ser hesabê gelên herêmê
21 tebax, 2022   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Vê dawiyê gotegotên li ser hewldanên Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker yên nûjenkirina "Lihevkirina Edeneyê" zêde bûn ku di sala 1998'an de di navbera Şam û Enqereyê de hatibû îmzekirin. Ev yek piştî civîna li Soçiyê ya di navbera serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de pêk hat ku di 5'ê vê Tebaxê de hatibû lidarxistin. Di daxuyaniyên Tirkiyê de diyar bû ku Rûsya hewl dide têkiliyên Şam û Enqereyê normalîze bike.

Erdogan eşkere kir ku hevpîşeyê wî yê Rûsyayê di civîna li Soçiyê de hevkariya bi hikumeta Şamê re wekî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê nîşan da.

Çavdêr van gavan wekî nûjenkirina Lihevirina Edeneyê ya di navbera rejîma Tirk û hikumeta Şamê de bi nav dikin.

20'ê Cotmeha 1998'an hikumeta Şam û Tirkiyê Lihevkirina Edeneyê îmze kir. Ev lihevkirin li gorî protokola navneteweyî ya li Neteweyên Yekbûyî nehatiye tomarkirin. Her wiha pêşkêşî Meclisa Gel a hikumeta Şamê nehat kirin da ku erê bike. Li gorî destûra Sûriyê, her lihevkirin beriya ku were pêkanîn, divê destpêkê pêşkêşî Meclisa Gel bike da ku erê bike.

Armanca sereke ji Lihevkirina Edeneyê têkbirina gelê Kurd û têkoşîna wê, her wiha têkbirina tevgera rizgariya Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan e.

'LIHEVKIRIN NE QANÛNÎ YE'

Serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê ev mijar ji ANHA'yê re nirxandin.

Kadar Pîrê diyar kir ku Lihevkirina Edeneyê ne qanûnî ye û wiha domand: "Têkildarî rewabûna vê lihevkirinê ku di esas de navê ewlehî lê kirin, yanî lihevkirina ku 20'ê Cotmeha 1998'an hat îmzekirin ne qanûnî ye. Ji ber ku wekî pêşnûme pêşkêşî Meclisa Gel nehat kirin da ku were erêkirin. Ev lihevkirin tenê şeklî bû. Ji ber vê yekê lihevkirineke ewlehî di navbera herdu aliyên ewlehiyê de bûn û ne li levkirineke di navbera du dewletan bûn. Li gorî vê lihevkirinê rejîma serdest a li Sûriyê an ku rejîma Hafiz Esed serî daxist ku di wê demê de difikirî çawa desthilatê radestî kurê xwe Beşar Esed bike. Rejîma Sûriyê wê demê bi rêya Tirkiyê tawîz didan rojava û NATO'yê."

 

Kadar Pîrê destnîşan kir ku xakeke girîng di vê lihevkirinê de heye û ne rewa ye û wiha domand: "Dewleta Tirk pabendî lihevkirina ewlehî nabe, ji ber ku sala 2010'an berfirehkirina lihevkirinan hebû, helbet pêkevên din ên veşartî hene ku ji zêdetirî 4 an jî 4`an pêk tê, piraniya wan şerê li dijî tevgera rizgariya ya kurdî û ji bo ku Kurd mafên xwe bi dest nexisti, bûn."

Pîrê bi domdarî got: "Di sala 2010'an de bi taybet 21'ê Çileyê, berfirehkirina lihevkirinan hebû ku 3 salan hate dirêjkirin. Helbet li gorî wê divê kiryarên dijminane an jî hêsankirina derbasbkirina rêxistinên ku ewlehiya welatekî din xirab dike, tunebin. Ev yek ji bo her du aliyan derbasdar e. Lê Tirkiyê pabendî vê lihevkirinê nebû, derbasbûna hemû terorîstan ji bo Sûriyê hêsan kir, ji wê demê ve ev lihevkirin bi temamî betalkirî ye.

Di aliyê siyasî de jî, ev lihevkirin ji bo Sûriyê mîna siyekê bû. Hafiz Esed tenê bi vê difikirî ku desthilatê radestî kurê xwe bike. Ji bendên vê lihevkirinê an jî pêkeva sêyemîn a veşartî, bendekî esasî heye dibêje mafê tu aliyî tune ye ku daxwaza xakekê di sînorê dewleteke din bike an jî li ser sînorê çareseriyan bike mîna rewşa heweyî. Mînak tenazula li ser Lîwa Îskenderon ji bo dewleta Tirk e. Ev jî xaleke bi nakok e an ku dewleta Tirk ev bend bin pê kir. Hîna jî siyasetmedarên Tirk li pey xwe nexşe danîne ku rojava heta bakur û rojhilatê Sûriyê, heta tevahî xeta sînor, Mûsil, Kerkûk û tevahî Başûrê Kurdistanê di nav xwe de digire. Ev hemû piştrast dike ku Tirkiyê li gorî vê lihevkirinê tevnagere."

'ARMANCA LIHEVKIRINA EDENEYÊ TÊKBIRINA KURDAN E'

Kadar Pîrê bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji Lihevkirina Edeneyê û got: "Tevî hemû kêmasiyên vê lihevkirin û serîtewandina diyar, hin mijar di vê lihevkirinê de hene divê em balê bikişînin ser. Di pêkeva 4'an behsa girîngiya şerê li dijî PKK'ê an jî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi hemû aliyên wê tê kirin, ji ber ku behsa PKK'ê û aliyên girêdayî wê dike an ku hemû kurdên ku têkiliyên wan bi vê tune ye dikin, em dizanin ku Tirkiyê her tim vê bazarê bi kar tîne dema ku Kurd banga mafên xwe dikin û sifeta terorê bi kurdan vedike. Divê em baş  balê bikişînin li ser vê xakê, nemaze ku di nava lihevkirina ku di navbera herdu aliyan de hatiye îmzekirin an jî pêkeva ewlehî ya veşartî, Tirkiyê 5 km derbasî xaka Sûriyê bibe. Bendek din jî dewleta Sûriyê pabendî wê nabe."

Kadar Pîrê diyar kir ku ji sala 1998'an ve Tirkiyê şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, fermadar û endamên wê digire û şerê her kurdekî li Sûriyê dike û wiha domand: "Ya ku bi rêber Ocalan re çêbû me dît. Sûriyê pabendî lihevkirinê dibe û mafê Tirkiyê nine ku derbasî kurahiya xaka Sûriyê bibe. Her wiha ewlehiya Tirkiyê ji aliyê Sûriyê ve rastî tu binpêkirinan nehatiye. Ji ber vê yekê ev lihevkirin li ser esasekî şaş hatiye avakirin û ji dema îmzekirina wê ve buhorî ye."

Lihevkirina Edeneyê ku di sala 1998'an de hat îmzekirin, ji 4 pêvekan pêk tê. Di ya yekem de navên welatên ku di bin çavdêriya Amerîkayê de sponsoriya peymanê kiribûn (Misir û Îran) hene, her wiha peymana ku ji aliyê şêwirmendê wezareta karên derve ya dewleta Tirk Ugur Ziyal û li ser navê Sûriyeyê general Ednan Bedr El Hisên ve hat îmzekirin, diyar dike. Pêveka duyemîn derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê û ya sêyemîn jî bidawîkirina nakokiyên sînor ên di navbera her du welatan de ye. Li gorî vê yekê, Şamê mafê Sûriyê ji devera Îskenderonê berda  ku Tirkiyê dagir kiribû û di sala 1939'an de bi awayekî fermî tev li sînorên xwe yên siyasî kiribû, Ji ber vê yekê Lîwa Îskenderon di sala 2004'an de ji nexşeya Sûriyê hat rakirin.

Derbarê pêveka 4'an de, ku di salên borî de hinek guhertin li ser hat kirin, tê de rê da artêşa Tirkiyê ku bi kûrahiya 5 kîlometran derbasî nav axa Sûriyê bibe û heta niha Tirkiyê ev lihevirina ewlekarî ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe bi kar aniye.

'TIRKIYE PABENDÎ LIHEVKIRINÊ NEBÛ Û TEROR DERBASÎ SÛRIYÊ KIR'

Pîrê anî ziman ku bendeke din di pêveka çaran heye de ku behsa rêgeza danûstandina wekhev dike. Li gorî wê, nabe Sûriyê çalakiyên li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê xeter in, pêk bîne. Ev yek ji rêgez danûstandina wekhev tê, yanî divê Tirkiyê heman tişt bike.

Pîrê got: "Tirkiyê terorîst derbasî Sûriyê kir, axa wê dagir kir, ewlehiya wê têk bir. Yanî yê lihevkirin bin pê kiriye, Tirkiyê ye. Ev xaleke gelek girîng e ku xwînerê siyasî, dikare bêje ku lihevkirin di bingehê de nekêrhatî ye."

Li gorî Pîrê, Tirkiyê dixwaze rewşeke nû ferz bike û sûdê ji mercên navneteweyî bigire da ku ne tenê Tevgera Rizgariya Kurdistanê, lê belê hemû kesên ku banga azadî, edalet û jiyaneke bi rûmet dikin, têk bibe.

Pîrê destnîşan kir ku betalkirina vê lihevkirinê ji berjewendiya gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Divê diyalogeke avaker û cidî ji aliyê hikumeta Şamê ve bi Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê re hebe da ku hêza xwe bikin yek, li terorîstan bidin wan tune bikin û herêmên din ên Sûriyê ji terorîstan û dagirkeriya Tirk rizgar bikin. Ji ber ku dagirkerî li ser sûriyan xeteriya herî mezin e.”

Pîrê da zanîn ku divê çareserî ji dozên hundirîn re bên dîtin û got: ''Gelek pirsgirêkên hundirîn li Tirkiyê hene, ya herî girîng doza Kurd e. Ji bo wê çareserkirina vê dozê, ji mudaxeleya di kar û barên Sûriyê de û ferzkirina siyasetên xwe di rewşa Sûriyê de girîngtir e. Ev yek ji bo Rûsyayê jî derbasdar e. Ya baş ji bo Rûsya ew e ku biçe pirsgirêkên xwe yên hundirîn, alozî, şerê û desthildatdariya dîktator a tekakasî ku Pûtîn pêk tîne, çareser bike. Li şûna ku Rûsya mudaxeleyê bikin û şertên xwe yên neheq li dijî Sûriyê û sûriyan ferz bikin, divê pirsgirêkên xwe yên hundirîn çaresre bikin.”

‘NORMALÎZEKIRIN NEÇARÎ YE ‘

Têkildarî çaresernûa çeteyan ku dê Tirkiye dev ji wan berde li beramber normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re, serokê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê got: “Bi rastî Tirkiye wê dev ji çeteyan berde, ji bo ku têkiliyan bi rejîma Esed re deyne. Lê di rastiyê de ew dev ji wan bernedaye lê belê ew bûne tirkên ku berjewendiyên dewleta Tirk û siyasetmedarên Tirk pêk tînin. Ji ber wê ev binavkirin wan bi çek rast e û li wan tê.”

Pîrê ev li gotinên xwe zêde kir: “Hinek îdia dikin ku li hember daxuyaniyên Tirkiyê şok in. Ez wisa nafikirim. Kesek li hember daxuyaniyên dawîn ên Tirkiyê şok nabe. Ji ber ku bi hêsanî em dikarin bêjin ji 4 salan ve helwesta çeteyan û Tirkiyê bi hikumeta Şamê re heman in. Hemû li ser tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hev kirine. Ev lihevkirineke veşartî ye di navbera her dualiyan de. Wê demê Tirkiyê her tişt firot.”

Li gorî Pîrê, lihevhatina Tirkiyê û hikumeta Şamê êdî neçarî ye û got: “Divê çeteyên mayî, yan jî yên ku pê hesîn ku hatine xapandin vê yekê fêm bikin da ku ji pençên dewleta Tirk birevin. Deriyek tenê li pêşiya wan heye da ku bi awayekî rast kar bikin ew jî, xwe bispêrên QSD`ê, tev lê bibin da ku rûmeta xwe û rûmeta welatê xwe Sûriyê biparêzin.”

‘RÛSYA BI RÊYA NÛJENKIRINA LIHEVKIRINA EDENEYÊ HEWL DIDE BERJEWENDIYÊN XWE PÊK BÎNE’

Der barê helwesta Rûsya ji lihevkirinê de, Pîrê got: “Misr û Îranê navbeynkarî kir da ku ev lihevkirin pêk were yan jî her du alî bigihêjin vê lihevkirina ewlehiyê. Lê Rûsya wê demê mudaxele nekir. Niha jî dixwaze Tirkiyê bike siware ji xwe re. Ev jî pêk hat. Ew dixwaze Tirkiyê li derveyî NATO`yê be, sûdê ji erdnîgariya wê û cihê wê yê jeosiyasî bigire. Her wiha dixwaze li aliyê xwe bihêle da ku sînorên xwe ji NATO`yê paqij bike yan jî dûr bixe.”

Pîrê her wiha got: “Ev nakokiya dawîn ku li Ukrayna pêk hatiye, beşek ji vê mijarê ye anku ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê ye. Ji ber wê Rûsya li berjewendiyên xwe digere, berjeweniya gelê Sûriyê û heta ya hikumeta Şamê ne xema wê ye. Geşedanên niha rû didin, jê dixwaze lihevkirin firehtir bibe yan jî vejîne. Di bingehê de ev lihevkirin, mirî bû. Vejandina wê ji berjewendiya Tirkiyê li Sûriyê ye û dixwaze pê Tirkiyê razî bike. Tirkiye jî bi rêya wê lihevkirinê, dixwaze kurdan têk bibe,. Her wiha Rûsya dixwaze li herêmên din helwesta Tirkiyê bi kar bîne mîna li Lîbya, Qerebax, Ukraynayê û mijara çekên ku Tirkiyê dide Ukraynayê bi kar bîne. Ev tê wateya hebûna gelek lihevkirinên ewlehî, leşkerî û aborî di navbera Rûsya û Tirkiyê de. Rûsya bi rêya Tirkiyê dixwaze dorpêça li ser xwe bişikîne.”

ANHA