​​​​​​​Şêniyên Tebqa cenazeyê şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê oxir kir

Şêniyên Tebqa cenazeyê şehîd Mihemed Îbrahîm El Elî li Goristana Şehîdan oxir kir û soza şopandina rêya şehîdan dan.

​​​​​​​Şêniyên Tebqa cenazeyê şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê oxir kir
20 tebax, 2022   17:53
TEBQA

Bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partî, rûspî û endamê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoregşer ên Sûriyê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm El Elî bûn ku di 18`ê Tebaxê de di encama kirîza dil de şehîd bûye.

Li goristanê di destpêka merasîmê de, endama rêveber a Nivîsgeha Hevserên Şehîdan Foza El Mihemed bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: “Şehadet berztirîn wate û nirxên mirovahiyê ye û taybetmendiyeke rûmetê ye.”

Foza El Mihemed wiha domand: “Ev ax bi xwîna ciwanên wê hatiye avdan û hîna bi sedan ciwan amade ne li ser şopa wan bimeşin, welat û gelê xwe biparêzin û ji bo pêkanîna jiyaneke azad û rûmet tê bikoşin.”

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Abdullah El Xemîsî axivî û behsa destanên dîrokî yên şehîdan û fedakariyên ku ji bo pêkanîna ewlehiyê û azadiyê didin, kir.

Her wiha hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Huda El Ewan teqezî bi şopandina rêya şehîdan heta tunekirina terorê kir û got: “Em ê şerê zordestiyê bikin û ji bo vê axê em ê fedakariyan bikin.”

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El Mihemed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Paşê hevalên şehîd, cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

ANHA