Ciwanan li ser planên valakirina herêmê hişyarî da

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk di civîneke xwe ya li Şedadê de teqezî bi giringiya sekna li hember şerê taybet û hewldanên valakirina herêmê ji ciwanan kir û destnîşan kir ku şoreş bi rihê ciwanan dest pê kir û bingeha domdariya wê ciwan in.

Ciwanan li ser planên valakirina herêmê hişyarî da
20 tebax, 2022   17:38
HESEKÊ

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi koordîneya Komîteya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, civînek ji bo ciwanan li dar xist, da ku bûyer û geşedanên li ser asta herêmî, navneteweyî û rola ciwanan di qonaxa heyî de bi ciwanan re nîqaş bike.

Di civînê de ciwanên navçeyê û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di destpêka civînê de hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Pêşerojê, Zana Hesekê behsa rola ciwanan di vê qonaxê de kir.

Zana Hesekê diyar kir ku şoreş bi ciwanan dest pê dikin û bingeha domdariya wan enerjiya ciwanan e û got: Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medya civakî yên girêdayî MÎT`a Tirk û çapemeniya xwe hewl dide ciwanan ji bo derketina ji welêt teşwîq bike da ku herêmê ji wan vala bike.

Zana Hesekê wiha domand: “Divê em li hember îdiayên ragihandinê bisekinin û piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD’ê bikin û em ragihandina azad bişopînin ku rastiyê radigihîne.”

Zana Hesekê bi hûrgilî behsa bûyerên li cîhanê rû didin nexasim şerê Ukrayna û Rûsyayê, bandora wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymanên di navbera hêzên li Sûriyê de bi kir.

Her wiha, endama Komîteya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Teraf wiha axivî: “Me bi koordîneya Meclisa Ciwanan a Sûriya Demokratîk ev li civîn li dar xist da ku geşedanên siyasî yên xwecih û cîhanî ji ciwanan re şîrove bikin.”

Fatme El Teraf wiha domand: “Di civînê de me xwest em tiştên giring bi ciwanan bidin naskirin û teqezî bi wê yekê bikin ku fikrê derketina ji welêt ne di cih de ye û armanca wê têkbirina projeya ciwanan a Rêveberiya Xweser e, li ser vê esasê gelek civîn li gelek bajar û navçeyan hatin lidarxistin û ev xebat hê jî didome.”

(mh)

ANHA