Jinên Minbicê: Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya me ya demokratîk e

Jinên bajarê Minbicê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinên azad û welatiyan şermezar kirin û teqezî bi domandina berxwedan û têkoşînê kirin.

Jinên Minbicê: Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya me ya demokratîk e
20 tebax, 2022   15:41
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker hê jî topbaran û êrişên xwe bi awayekî hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di 18’ê Tebaxê de di encama êrişeke hewayî ya dagirkeriya Tirk li dijî navendeke perwerdeyê ya keçan li gundê Şemoke li ser rêya Til Temir-Hesekê, 4 keç şehîd bûn; Ranya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarê wê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk nexasim hedefgirtina jinan, xwepêşandanek li dar xist.

Jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûne, nêrînên xwe der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û jinan de rave kirin.

Welatiya bi navê Rîm Derwîş a ji Minbicê wiha axivî: “Em îro li Minbicê derketin xwepêşandanê ji bo em hedefgirtina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar bikin.”

Rîm Derwîş wiha domand: “Dewleta Tirk jinan dike hedef ji ber ku di gelek aliyên siyasî, leşkerî de bi pêş ketiye û êdî xwedî vîn û îrade ye da ku xwe bi pêş bixe. Her wiha bûye pêşeng û siyasetmedar.”

Rîm Derwîş wiha domand: “En wek jinên Minbicê û gundewarê wê dê dest bi dest bi hemû jinan re bin û di hemû aliyan de piştgiriya wan bikin, çi di aliyê siyasî çi jî yê leşkerî de.”

Her wiha, welatiya bi navê Xade Hemîd wiha anî ziman: “Em êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina zarok, jin û kesên temenmezin şermezar dikin.”

Xade Hemîd wiha domand: “Em dizanin ku armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan têkbirina projeya neteweya demokratîk e, bi taybetî têkbirina îradeya jina azad.”

Her wiha Xade Hemîd got: “Em wek jinên Minbicê dê berxwedan û têkoşîna xwe ya li hember van êrişan bidomînin û em soz didin şehîdên xwe ku li ser şopa wan bin û êrişên hovane yên li dijî jina azad û sivîlan şermezar dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Xade Hemîd wiha anî ziman: “Îro Minbic cenazeyê şehîd Zozan Zêdan oxir kir, em soz didin şehîdên xwe em ê li ser şopa wan bin û xaka xwe ya ku bi xwîna wan hatiye avdan û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”

 (mh)

ANHA