​​​​​​​Li Şedadê Saziyên Sivîl û Kongra Star êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Li Şedadê saziyên Civaka Sivîl û Kongra Star êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê asta têkoşînê bilind bikin û li kêleka hêzên leşkerî bisekinin, her wiha bang li dewletên garantor û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kirin ku li hember êrişan helwesteke cidî nîşan bidin

​​​​​​​Li Şedadê Saziyên Sivîl û Kongra Star êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
20 tebax, 2022   15:03
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker hovîtiya xwe ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim piştî civîna Soçî û Tehranê, didomîne. Di vê dawiyê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navendeke perwerdeyê ya keçan a girêdayî NY`yê li gundê Şemoke yê Hesekê kir hedef, di encamê de 4 zarok şehîd bûn û gelek din birîndar bûn.

Der barê vê yekê de, Saziyên Sivîl ên Şedadê û Kongra Star bi du daxuyaniyên cuda êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şernezar kirin.

Daxuyaniya Saziyên Sivîl ji aliyê endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Ebdulxilêf ve û daxuyaniya Kongra Star ji aliyê endama rêveber a Kongrê Emîra El Sad ve, li qada meclisa navçeyê hat xwendin.

Daxuyaniya Saziyên Sivîl wiha ye: “Piştî civînên dawî yên ku dewleta Tirk a dagirker li Tehran û Soçiyê pêk anîne û piştî operasyona Sond a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî sîxuran û ajanan li dar xistiye, hovîtiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên biçek û hedefgirtina sivîlan, zêdetir bû.

Dewleta Tirk a dagirker hemû nirx û pîvanên navneteweyî yên qedexekirina hedefgirtina sivîlan û avahiyên giştî wek dibistan, nexweşxane, perestgeh û sûkan, li ber çavê civata navneteweyî û dewletên garantor di serî de Rûsya derbas kirin ku xwedî li peymana xwe derneket.”

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye: “Tiştê ku li gundê Şemokê bûye nîşana hovîtî û dijberiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmê ye. Balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navendeke perwerdeyê ya keçan a girêdayî NY`yê kir hedef ku tê de derdor 50 keç hebûn û di encamê de 4 keç şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

Ev êriş hemû nirx û pîvanên exlaqî û qanûnî derbas kirin û wek sûcekî şer tê hesibandin, ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya operasyonên leşkerî yên bi vî awayî terora xwe li şêniyên herêmê ferz bike û tirsê di nav wan de belav bike.

Ev binpêkirineke mezin li dijî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê bê hesab û ceza nemîne. Divê Koalîsyona Navneteweyî û dewletên têkildarî bilez helwestên zelal nîşan bidin da ku rê li pêşiya vê hovîtiyê û barbariyê bê girtin. Tirkiye bi hicetên bê bingeh hewl dide destwerdana xwe ya li dijî Sûriyê rewa bike.”

(mh)

ANHA