`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`

Beşdarên komxebata NLK`ê destnîşan kirin ku bêdengiya navneteweyî li hember gef û êrişên li dijî herêmê li ser hevkariya navneteweyî bi êrişên dagirkeriya Tirk re û hewldanên tunekirina projeya Rêveberiya Xweser li herêmê delîl e.

`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`
`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`
`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`
`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`
`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`
`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`
`Bêdengiya li hember êriş û îsbata hevkariya navneteweyî ye`
20 tebax, 2022   17:20
HESEKÊ

Rojnamevan û lêkolînerê sûrî Xassan Îbrahîm û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê  Nûjîn Dêrik di beşa duyemîn a komxebata NLK’ê axivîn ku bi navnîşan “Siyasetên dagirkeriyê û hegemonyaya Tirkiyê gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwe û terorê zindî dike" li Hesekê dest pê kiriye.

Rojnamevan û lêkolînerê Sûrî Xassan Îbrahîm di rûniştina duyemîn a bi navê “Têkiliyên di navbera Tirkiyê û DAIŞ’ê de”, behsa durûtiya dewleta Tirk a dagirker di şerê li dijî DAIŞ’ê de û got Tirkiyê rola xwe wek hevbendê NATO`yê di bin navê şerê DAIŞ`ê, bi kar anî da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Xassan Îbrahîm diyar kir ku Tirkiyê şerê DAIŞ’ê nekir lê belê wê piştgiriya leşkerî û lojîstîk da DAIŞ û çeteyên radîkalî û sînorên xwe yên bi Iraq û Sûriyê re ji wan re vekir.

Îbrahîm her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe li dijî herêmê û QSD`ê hewl dide her projeyekê li herêmê têk bibe ku aloziya Sûriyê çareser dike û got: “Divê li ser asta dîplomatîk, leşkerî û çapemenî hewldan bê kirin û destekê bidin MSD û QSD`ê, sûriyan li hundir û derve ji bo rê nedin ku berjeweniyên Tirkiyê li ser hesabê gelê Sûriyê pêk werin.”

Îbrahîm daxuyand ku di vê pêvajoyê de, divê hemû aliyên Sûriyê hewldanan bikin ji bo ku berjeweniyên sûriyan pêk bînin.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Nûjîn Dêrik îşaret bi piştgiriya Tirkiyê bo DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Dewleta Tirk piştevanê sereke ya DAIŞ`ê û komên çeteyan e. Ji 2012`an ve me şerê Cebhet El Nusra û piştre DAIŞ kir.”

Nûjîn Dêrik balkişand ser berdewamkirina êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û got: “Hîna êriş heta roja me ya îro berdewam in. Her çiqas hatibin guhertin, lê hewldanên çeteyan û piştevanê wan Tirkiyê yek e ew jî tunekirina projeya demokratîk li herêmê ye.”

Nûjîn anî ziman ku lihevkirineke veşartî di navbera hêzên navneteweyî de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ji lew re dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov herêmê dike hedef. Nûjîn Dêrikê êrişa dawî ya dewleta Tirk li dijî navendekê li Hesekê ku nêzî baregeheke Koalîsyona Navneteweyî ye û hedefgirtina eniyên şer ên nêzî baregehên Rûsyayê bi bîr xistin.

Nûjîn Dêrik behsa rêbaza rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Rêya yekane, xwespartina şerê gel ê şoreşgerî û hevgirtin e.”

(mh)

ANHA