​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê şehîd Cuma Sirîn oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Cuma Sirîn li goristana şehîdan a li navçeya Sirînê ya li başûrê Kobanê spart axê. Welatiyan di merasîmê de got ew amade ne li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê şehîd Cuma Sirîn oxir kir
20 tebax, 2022   12:14
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo oxirkirina şehîd Cuma Elî (Cuma Sirîn) li goristana şehîdan a li navçeya Sirînê amade bûn. Şehîd Cuma Sirîn ê şervanê QSD´ê roja çarşema borî li bajarê Reqayê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Di merasîma oxirkirinê de yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Nîzar El Mûsa axivî û got ew amade ne li dijî hemû hêzên êrişî herêmê dikin, şer bikin.

Di berdewama axaftina xwe de Nîzar El Mûsa wiha axivî: "Em çi qasî rastî êrişan bên jî em dest ji axa herêmê bernadin. Projeya me projeyeke demokratîk e û em ê rê nedin tu aliyekî ku hewl bide axa me ya ku bi fedekariya şehîdan hatiye rizgarkirin dagir bike. Divê dewleta Tirk û çeteyên wê bizanin ku êdî em ne pariyekî hêsan in."

El Mûsa di axaftina xwe de baweriya xwe bi şêniyên herêmê nû kir û ew weke piştgiriya sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li eniyên şer nirxand.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hac Îsa wiha got: "Zarokên me bi canê xwe fedekariyê dikin da ku em bi ewle bijîn. Ji bo vê em her kesê ku ji bo xatirê me û ji bo axa me ketine vê rêya nemir silav dikin. Ger hewce bike em ê canê xwe jî bidin da ku em layiqî wan kesên ku canê xwe ji bo me feda kirine, bin."

Ferhan Hac Îsa axaftina xwe wiha domand: "Em ê hemû li ser vê rêyê bin. Em ne alîgirên şer in, lê em xwe diparêzin û jiyan me neçar dike ku em çekan hilgirin da ku em neyên tunekirin. Biryara me ya yekem avakirina Sûriyeke demokratîk e ku her pêkhateyek tê de jiyana xwe wekî ku dixwaze pêk bîne, ye."

Berdevkê eşîrên Sirînê Hemîd El Îbrahîm jî wiha got: "Em îro li vir in û hêza me bi saya fedekariya şehîdên me ye. Divê her kes ji bo parastina vê xakê amade be. Ji ber ku tekane rêya binxistina planên dewleta Tirk û rizgarkirina xaka me ew e ku em bibin yek û li kêleka hêzên xwe bisekinin."

 Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

ANHA