Şêniyên Çilaxa li dijî qetilkirin û koçberiyê daketin qadan

Bi dehan pêkhateyên navçeya Çilaxa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re anîn ziman.

Şêniyên Çilaxa li dijî qetilkirin û koçberiyê daketin qadan
20 tebax, 2022   12:40
QAMIŞLO

Pêkhateyên navçeya Çilaxa ya Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk û sûcên wê xwepêşandan li dar xist û piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re anîn ziman.

Xwepêşandan ji qada geracê ya naverasta navçeyê dest pê kir û ber bi bazara navendî ve çû. Beşdaran sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û zarokên di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne, rakirin.

Xwepêşandan li pêşiya Çerxerêya Şehîd Mahsûm veguherî mîtîngê û li wir endama Kongra Star a navçeya Çilaxa Nezhet Seyfedîn axivî û got: "Dewleta Tirk vîna pêkhateyên herêmê dike armanc û hewl dide vîn û israra me ya li ser jiyana birûmet û demokrat bişikîne."

Têkildarî civîna Soçî û encamên wê yên ne li gorî mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nezhet Seyfedîn wiha axivî: "Planên komploger û mîtingeran ên li dijî gelê herêmê dewam dikin."

Nezhet Seyfedîn da zanîn ku armanc ji van planan derbekirina projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina xaka Sûriyê ye. Nezhet Seyfedîn bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan li dar bixe, ji ber ku ew herêmê ji parçebûn û dagirkeriyê diparêze, ne dewleta Tirk.

Bi navê Meclisa Navçeya Çilaxa Qehreman Hemê axivî û got: "Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û topan herêmê dike armanc û li hember vê yekê civata navneteweyî û herêmî bê deng in, ev jî isbat dike ku di êrişên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şirîk in."

Qehreman Hemê anî ziman ku li dijî dagirkeriya Tirk û siyasetên wê yên qirêj, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevanên hêzên leşkerî û QSD`ê ne.

(eh)

ANHA