​​​​​​​Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin

Di çalakiyên gerîla yên bi pêşengiya YJA Starê yên 18-19’ê Tebaxê de 9 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, çeperek û 2 mobese jî hatin rûxandin.

​​​​​​​Di çalakiyên bi pêşengiya YJA Starê de derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin
20 tebax, 2022   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker de agahî parve kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Artêşa Tirk a dagirker ku tevî hemû derfetên xwe yên teknîkî jî nikare pêş de biçe, li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi îradeyeke mezin şer dikin, derbeyên giran dixwe. Di çalakiyên ku hêzên me bi performansa bilind, ruhê fedayî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên serdema nû pêk anîne de; 9 dagirker hatin cezakirin, 1 çeper û 2 pergalên kamerayên mobesse hatin rûxandin. Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker; 29 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi tank, çekên giran, obus û hawanan Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

19’ê Tebaxê saet 12:00’an hêzên me yên YJA Starê ve bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi pêş ve biçin xistin, li wir 4 dagirker hatin cezakirin.

19’ê Tebaxê saet 15:30’î dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Saca bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Cenga Xabûre ya Savaş Maraş de;

18’ê Tebaxê saet 13:00’an çeperek a dagirkeran a li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate hedefgirtin û li wê hat xistin. Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin.

18’ê Tebaxê saet 13:45’an û 19’ê Tebaxê saet 18:15’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê hatiye gulebarankirin û 2 dagirker hatine cezakirin.

19’ê Tebaxê saet 16:20’an 1 pergala kameraya mobesse ya ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate rûxandin.

19’ê Tebaxê saet 14:00 û 21:45’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

19’ê Tebaxê saet 14:30’an 1 sîstema kameraya mobesse ya ku dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

19’ê Tebaxê saet 18:10’an dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî bombebaran bikin, bi taktîkên sabotajê hatin li wan hat xistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

19’ê Tebaxê saet 18:30’î bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatiye xistin û hatine derbkirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kirine;

Di 19’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker 23 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 19’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 4 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 19’ê Tebaxê de dagirkeran 2 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bombe kirin. Hat tesbîtkirin ku rengên gazên kîmyewî yên ku tên bikaranîn zer û gewr in û bêhn jî dişibe bêhna boyaxê û şewatê.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker bi tank, çekên giran, obus, hewan, helîkopter û balafirên şer pêk anîn;

Di 19’ê Tebaxê de qada Qaşûra ya Metîna û Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Girê Cûdî û Girê Hakkarî 8 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di 19’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar û Sîda 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 19’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Girê Cûdî û Girê Hakkarî bi dehan caran bi tank, çekên giran, obus û hawanan hatin bombekirin.

Di 19’ê Tebaxê de jî qadên Koordîne, Gundê Dêşîşê û Gunde Serarû yên Metîna bi dehan caran ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û hawanan hatin bombekirin.”