Di hefteyekê de bi destê rejîma Îranê kolberek hat qetilkirin, 19 jî birîndar bûn

Kolbernewsê li ser malpera xwe bîlançoya hefteyekê ya rewşa kolberan weşand, li gorî bîlançoyê di nava hefteyekê de kolberek hatiye qetilkirin, 19 kolber jî birîndar bûne.

Di hefteyekê de bi destê rejîma Îranê kolberek hat qetilkirin, 19 jî birîndar bûn
20 tebax, 2022   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya hefteyekê ya Kolbernews amade kirî, 17 kolber li ser sînorê Bane û 2 kolber jî li ser sînorê Newsûdê yên Rojhilatê Kurdistanê birîndar bûne. Ji wana 2 kolber ji ber teqîna mayînê û 17 kolber jî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine birîndar kirin.

Her wiha hatiye ragihandin ku kolberê bi navê Rehîm Mihemedî (37) ê xelkê Bane li ser heman sînorî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatiye qetilkirin.