Li Qamişloyê jinek hate qetilkirin

Li sûka Hitîn a Qamişloyê jinek bi guleyan hate qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser dest bi lêpirsînê kir.

Li Qamişloyê jinek hate qetilkirin
20 tebax, 2022   09:26
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji cihê bûyerê ragihand ku jina bi navê Qemer Sebahî (40) ku di dikaneke cil û bergan de dixebitî, li sûka Hitîn a Qamişloyê bi guleyan hate qetilkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

(fr)

ANHA