​​​​​​​Di êrişa li paytexta Somaliyê de 8 kes hatin kuştin

Di encama êrişa tevgera El Şebab a girêdayî El Qaîdeyê ya li ser otelekê li paytexta Somaliyê Mogadîşoyê de, herî kêm 8 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Di êrişa li paytexta Somaliyê de 8 kes hatin kuştin
20 tebax, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, rayedarekî ewlekariyê ragihand ku di êrişa tevgera El Şebab a li ser otelekê li paytexta Somaliyê Mogadîşoyê de herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Berpirsê ewlekariyê Mihemed Ebdulqadir got: "Hêzên ewlehiyê bêbandorkirina terorîstên ku di odeyeke avahiya otelê de hatibûn dorpêçkirin, berdewam kir. Piraniya kesan hatin rizgarkirin, lê heta niha herî kêm 8 sivîl hatine kuştin."

Endamên El Şebabê êvara înê girt ser otêla El Heyat û gule û bombe avêtinê.

Êrişkaran hê di saetên serê sibê yên roja şemiyê de li otêlê xwe veşartibû û dengê fîşek û teqînan li herêmê hatin bihîstin.

Ji dema hilbijartina serokkomar Hesen Şêx Mehmûd di Gulanê de, li paytexta Somaliyê ev êrişa herî mezin e.

(hs)