YPJ: Dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze tola DAIŞ`ê ji YPJ`ê hilîne

YPJ`ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên vê dawiyê ku tê de hejmareke fermandar, pêşengên şoreşa Rojava û welatî û zarok şehîd bûne, daxuyaniyek da. YPJ`ê got, “Dewleta Tirk a faşîst bi van êrişan hewl dide tola DAIŞ`ê ji hêzên YPJ’ê bigire û DAIŞ ji nû ve zindî bike.”

YPJ: Dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze tola DAIŞ`ê ji YPJ`ê hilîne
20 tebax, 2022   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî mijarê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YPJ´ê de ev hate gotin:

"Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya hêzên YPJ’ê, keda gelê herêmê û bi xwîna dehan şervanên enternasyonalîst ve pêk hat, her dem bûye hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker û ew feraseta faşist bi alîkarî û fînansekirina çeteyên DAIŞ’ê, bi êrişên dagirkeriyê heya hedefkirina pêşengên şoreşa Rojava, êrişkariya xwe bi awayekî şênber raxistiye ber çavan. Dewleta Tirk a faşist bi van êrişan hewl dide tola DAIŞ ji hêzên YPJ’ê bigire û DAIŞ ji nû ve zindî bike.

Hemû cîhan dizane ku di pêşengtiya hêzên YPJ’ê de çeteyên DAIŞ têk çûn û bi vê serkeftinê şoreşa Rojava mezin bû û destkeftiyên YPJ’ê wisa ava bûn. Lê dewleta Tirk a dagirker û çete di sala 2016’an û vir de li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dîsa li herêmên dagirkirî bi tacîz, tecawiz, revandina mirovan, ziyanên madî û manewî, guhertina demografî, kiryarên asîmîlasyonê, qaçaqî û talankirina cihên dîrokî, talankirina xwezayê heya êrişên tang, top û balafirên keşfê ve her cure êrişê pêk tîne û mafên mirovan bin pê dike. Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker û çete li ber çavê hemû cîhanê pêk tên û heya roja îro li hember van êrişên hovane jî, ji aliyê tu sazî û dezgehan ve helwest nehatiye nîşandan.  

Li ser vî esasî bangawaziya me ji gelê me, sazî û dezgehên demokrasîxwaz ew e ku her kes li hember van êrişan li hember dewleta Tirk a kujer û çete doz vekin. Di heman demê de em ji Konseya Ewrûpa û Netewên Yekbûyî re dibêjin van sûcên dewleta Tirk a dagirker û çete bixin rojevên xwe û li hember van sûcan helwestên şênber û ku van êrişan bide sekinandin raber bikin. Dîsa hemû kesên parêzkar, parêzerên dost re dibêjin ku ew jî xwedî li vê dozê derkevin û parêzeriya vê dozê bikin.

Di dema herî nêz de navên hin welatî, zarok û pêşengên şoreşa Rojava ên ku şehîd û birîndar bûne wiha ne:

Sosin Bîrhat  19.08.2021 Şehîd bû

Rênas Roj (Selahettin Şehabî) – 19.08.2021- Şehîd bû.

Egîd Girkê Legê (Bêvan Remedan) – 19.08.2021- Şehîd bû.

Rûbar Hesekê (Elî Elxirze) – 19.08.2021- Şehîd bû.

Seyfullah Ehmed (Seyfullah Newaf Ehmed) 19.08.2021- Şehîd bû.

Yûsif Gulo-85 salî - 09.11.2021 - Şehîd bû.

Mazlûm Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.

Mihemed Gulo – 09.11.2021 Şehîd bû.

Dilar Heleb (Ranya Henan)-20.04.2022 Şehîd bû.

Ronahî Kobanî (Rodîn Ebdulqadir Mihemed)-20.04.2022 Şehîd bû.

Kobanî (Cîhan Nidal Elî)-20.04.2022 Şehîd bû.

Mizgîn Botan (Rahîme Xezalî)-30.05.2022 Şehîd bû.

Mizgîn Kobanê (Sîham Mislim)-02.07.2022 Şehîd bû.

Jiyan Tolhildan (Selwa Yûsif)-22.07.2022 Şehîd bû.

Roj Xabûr (Ciwana Heso)-22.07.2022 Şehîd bû.

Barîn Botan (Ruha Beşar)-22.07.2022 Şehîd bû.

Dîna Osman 6 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Mehmûd Xerîb Mamo 6 salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Hisên Cemal Qasim 7 salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Avrîn Ebdurehman Heyder 13 salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Orîvan Mihemed Ebdo 15 salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Hisên Beyrem Elîko 43 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Sebah Henan Hemo 10 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Azriya Ehmed Reşo 23 Salî-04.08.2022 Birîndar bû.

Ronah Silo 27 Salî-04.08.2022 Birîndar bû."