Malbatên şehîdan: Em bi sedan şehîdan bidin jî em dev ji mal û gundê xwe bernadin

Malbatên şehîdan û şêniyên gundê Topiz têkildarî êrişa di 16`ê Tebaxê de li ser gundekî navçeya Amûdê ku di encamê de 5 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn, got “Em bi sedan şehîdan jî bidin em dev ji mal û gundê xwe bernadin, şehîd şehîdên rûmetê ne.”

Malbatên şehîdan: Em bi sedan şehîdan bidin jî em dev ji mal û gundê xwe bernadin
20 tebax, 2022   01:49
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Di 16՛ê Tebaxê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê ya li gundewarê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kirin ku duh di necama êrişa dewleta Tirk a dagirker de li gundewarê navçeya Amûdê şehîd bûbûn.

Li gorî daxuyaniya QSD`ê di êrişê de şervanên Erka Xweparastinê Ehmed Mihemed Qafûr (Baran Amûdê), Seed Rêzan Xelîl (Demhat Amûdê), Mahir Rakan El-Mixlif (Şoreş Dirbêsiyê), Mehmûd Ehmed Mislet (Ronî Can) û Welîd Hemîd Hemê (Baz Amûdê) gihştin asta şehadetê.

EV XAKA ME HEMIYAN E, EM Ê BI HEV RE TÊ BIKOŞIN

Samî Ehmed Mislet ku birayê şehîd Mehmûd Mislet ê ji pêkhateya Ereb e, têkildarî êrişê ji ajansa me re wiha got: “Li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka welatê me, em ê li ser şopa şehîdên xwe tê bikoşîn û dev ji axa xwe bernadin. Em ê li ser xeta şehîdên xwe tekoşîna xwe xurttir bikin.”

Her wiha Mislet da zanîn ku ew dev ji axa welatê xwe bernadin û wiha domand: “Heta dawiyê em ê bi vîna xwe bi ser bikevin. Divê hêzên navneteweyî li hember van êrişan bêdeng nemînin, li hember van êrişan bisekinin û ji bêhiqûqiya dewleta Tirk a dagirker re çareseriyekê bibînin.”

Mislet wiha pê çû: “Em ê li kêleka gelê xwe yê Kurd bisekinin, ji ber ev xaka me hemiyan e. Welatê me hemiyan e, çi Kurd û çi Ereb. Em giştî yek in û em ê giştî li ser şopa şehîdên xwe bin. Em ê heta dawiyê jî parastina axa xwe bikin.”

EM BI SEDAN ŞEHÎDAN JÎ BIDIN, EM AXA XWE TERK NAKIN

Newroz Nezîr Hemê ku xaltîka şehîd Welîd Hemê jî wiha axivî: “Em dest ji xwîna şehîdên xwe bernadin. Em li pey soza şehîdên xwe ne. Dewleta Tirk a dagirker çi qasî zarokên me şehîd bixe jî, em ê bi sedan rabin û em ê şûna wan dagirin. Heta em sax bin em ê li pey şopa şehîdên xwe bin. Banga min ji gel re ew ku giştî bi hev re rabin li hember van êrişên dagirkeriyê bisekinin.”

Şêniya ji gundê Topiz a bi navê Mira Zoro got: “Ez ji gundê Topiz im ku her çar şehîd jî ji gundê me ne. Zarok bûn, li ber çavê me mezin bûn û bi balafirên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn. Em van êrişan şermezar dikin. Em van nêzîkatiyên Rûsan şermezar dikin, êdî bes e ji van dewletên desthilatdar re ku gelê me û zarokên me qetil dikin.”

Mira Zoro wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin gelê me ji mal, gund û bajarên terk bikin, koçber bibin û perîşan bibin. Bila qet nefikirin, vê carê em li ser erda xwe naçin. Em bi sedan şehîd jî bidin û em dev ji mal û gundê xwe bernadin.”

DIVÊ EM DESTÊ XWE DIRÊJÎ KESÎ NEKIN

Şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm Şemdîn ê gundê Topiz jî bi van gotinan helwesta xwe anî ziman: “Ciwanên me di oxira welatê me de şehîd dibin. Divê em heta dawiyê li pey şopa şehîdên xwe bin. Dem hatiye ku em bi hev re dest biavêjin çekên şehîdên xwe û şûna wan dagirin û çekên wan li erdê nehêlin."

Şemdîn tekez kir ku divê pişta xwe nedin tu hêzan ne Amerîka, ne jî Rûsya û got: "Divê em destê xwe bidin hev û li hev xwedî derkevin.”

ANHA