​​​​​​​Rojnamevan Koyluoglu: Tirkiye li gorî siyaseta NATO'yê têkiliyan bi Rûsyayê re datîne

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de dûr dibîne, ji ber ku dewleta Tirk nikare daxwazên Şamê bi cih bîne. Koyluyoglu îşaret pê kir ku xwezaya têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser lihevkirin û nakokiyên di navbera gelek aliyan de ye.

​​​​​​​Rojnamevan Koyluoglu: Tirkiye li gorî siyaseta NATO'yê têkiliyan bi Rûsyayê re datîne
20 tebax, 2022   04:33
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Têkiliyên di navbera Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker de di warê siyaseta derve de li gorî berjewendî û ajandayan bi pêş dixin. Rûsya dixwaze bi rêya Tirkiyê cezayên ku li ser aboriya wê hatine sepandin, bişikîne. Tirkiye jî dixwaze van têkiliyan li ser esasê têkbirina Kurdan û gelên herêmê û firehkirina qada dagirkeriyê bi pêş bixîne.

Di çaçroveya şerê domdar ê Rûsya û Ukraynayê de û li gel mijûlbûna cîhanê bi vê qadê, Erdogan gefa dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Di 19'ê Tîrmehê de serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Tehranê ciyivan. Piştre Erdogan û Pûtîn li Soçiyê civiyan.

Di hevpeyvîneke li gel ANHA'yê de rojnamevan Ezîz Koyluoglu têkiliyên siyasî, aborî û dîplomatîk ên Tirkiye û Rûsyayê nirxandin.

Ezîz Koyluoglu diyar kir ku têkiliyên di navbera Tirkiyê û Rûsya de li ser esasê şer û pêşxistina têkiliyan de hatiye avakirin, nemaze ku her du aliyan ji bo berfirehkirina qada dagirkeriyê şer kirin, di dîrokî de ev têkilî geh pêş ketin û geh ji xirab bûn ku heta roja îro dewam dike. Koyluoglu got: "Têkiliyên bi Tirkiyê re li ser esasê nakokiyan e. Bi gotineke din, li ser esasê pêşxistina têkiliyên siyasî û aborî bi Rûsyayê re ne."

'TIRKIYE DIBÎNE KU DIJBERTIYA RÛSYAYÊ NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN WÊ NE'

24'ê Mijdara 2015'an dewleta Tirk a dagirker balafireke Sukhoi Su-24 a Rûsyayê li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê xist. Bi wê re têkiliyên her du aliyan xirab bûn.

Li ser vê yekê Koyluoglu dibêje: "Piştî ku Tirkiyê balafira Rûsya xist xwarê, têkiliyên her du aliyan daketin asta herê jêr, piştre Rûsya gavên girîng li dijî Tirkiyê avêtin."

Koyluoglu bi domdarî got: "Dema ku Tirkiyê li dîroka xwe vegeriya, dît ku rola Rûsya di damezirandna komara Tirkiyê de hebû, di serdema Lenîn de ku desteka madî, siyasî û leşkerî  da Tirkiyê. Tirkiyê dît ku dijbertiya Rûsya wê ne li gorî berjewendiyên wê be, ji ber ku di gelekî windahiyan bibîne û dê rê li ber siyasetên ku li Sûriyê, Lubnan, Yemen, Lîbya û dewletên din pêk bîne, bigire."

Dewleta Tirk a dagirker endameke NAOT'yê ye, ruxmî şerê Ukraynya û Rûsyayê û desteka leşkerî ya NATO ji Ukraynayê di şerê wê yê li dijî Rûsyayê, lê Tirkiyê lîstoka xwe dewam kir û ev alozî bi kar tîne.

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu destnîşan kir ku NATO'yê naxwaze deriyekî vekirî bi Rûsyayê hebe û ev erk da Tirkiyê da ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re dewam bike û sînorê Tirkiyê diyar kir ku divê derbas neke, her wiha got, siyaseta ku Tirkiyê dimeşîne, siyaseta NATO'yê ye.

'HER DU ALÎ SÛDÊ JI REWŞÊ DIGIRIN'

Rojnamevan Ezîz Koyluolu anî ziman ku serokê Rûsyayê Pûtîn dixwaze sûdê ji vê rewşê bigire da ku ceza û ambargoya aborî ku li ser wê hatiye ferzkirin, bi rêya Tirkiyê bişkîne û Tirkiyê jî dixwaze sûdê ji vê rewşê bigire, têkiliyên dîplomasî bi Rûsyayê re ava bike da ku rihekî bide aboriya xwe ya hilweşiyayî û wiha domand: "Fikirên her du aliyan ji hev cûda ne. Tirkiyê endama NATO ya herî zêde ye ku alîkariya leşkerî da Ukraynayê di şerê wê yê li dijî Rûsyayê de, di heman demê de têkiliyên xwe yên siyasî û aborî bi Rûsyayê re gihand asta herî jor. Tirkiyê li gorî siyaseta NAOT'yê têkiliyên xwe yên aborî û siyasî bi Rûsyayê re didomîne û ev yek ziyan û pirsgirêkan negihîne wê. Erdogan baş dizane û bi israr e ku vê siyasetê dewam bike. Her du alî di vê siyaseta ku dimeşînin xwedî ajnîde û berjewendî ne."

'KAXEZA ÊRIŞÊ DI DESTÊ RÛSYAYÊ DE YE Û PÊ DILÎZE'

Di salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê de serokên Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Tehranê civiyan. 5'ê Tebaxê jî Erdogan û Pûtîn li Soçiyê civiyan û gelek mijar, di nav de dosyaya Sûriyê de nîqaş kirin. Ji wê demê ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Gelo Erdogan tiştên ku dixwaze, di van civînan de qezenc kirin?

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu diyar kir ku armanca sereke ya Erdogan têkbirina destkeftiyên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: "Ji demekê ve Tirkiyê ji Rûsyayê dixwaze ku destûr bide wê da ku li herêmên di bin serweriya wê de berfireh bibe û êrişên dagirkirinê pêk bîne. Rûsya jî dixwaze sûdê ji vê daxwaza Tirkiyê bigire û li ser vê kaxezê bilîze da ku cezayên aborî yên ku li ser hatine birîn, bişkîne."

Koyluoglu îşaret pê kir ku bazar dewam dike, lê nabe ku mirov bêje lihevkirin hene û got: "Ev nayê wateya ku Rûsya wê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafir, top û moşekan qedexe bike. Her êrişeke dagirkeriyê ya Tirkiyê bi vê yekê ve girêdayî ye ku Rûsya wê çi Tirkiyê qezenc bike."

'DIJWARBÛNA ÊRIŞAN LI GORÎ BERJEWENDIYÊN HER DU ALIYAN E'

Li ser mijara ku Erdogan çi ji civîna Soçiyê bi dest xistiye, Koyluoglu diyar kir ku Pûtîn û Erdogan li ser berfirehkirin û dijwarkirina êrişên li ser Rojava li hev kirine û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev lihevkirin di heman demê de li gorî berjewendiyên Rûsyayê ye. Stratejiya Rûsya ya li Sûriyê ew e ku serweriya rejîmê li tevahî erdîngariya Sûriyê vegerîne.  Rûsya hêzên din wekî xeteriyekê li ser siyasetên xwe dibîne û dixwaze wan lawaz bike û teslîmî rejîmê bibin. Rûsya vê siyasetê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne da ku herêmê teslîmî rejîmê bikin."

Li gorî Koyluoglu, êrişên dijwar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê ne tenê bi rêya îstîxbarata Tirk bin, heman demê îhtîmal hene ku rola îstîxbarata Sûriyê û ya Rûsyayê jî di van êrişan de hebin.

Ezîz Koyluoglu destnîşan kir ku dibe Erdogan tiştekî ku ji civîna Soçiyê xwestin heta asteke diyar wergirtibin û got, Erdogan wê siyasetên xwe bi Rûsyayê re li gorî ku NATO'yê xêz kiriye, dewam bike û berdewama vê siyasetê ziyanê dighîne berjewendiyên Rûsyayê.

'ZEHMET E KU ERDOGAN JI XETA KU JÊ RE HATIYE DIYARKIRIN, DERKEVE'

Koyluoglu îşaret pê kir ku heger Erdogan ji xeta ku NATO'yê jê re xêz kiriye, derkeve û li gorî xwe têkiliyên xwe bi Rûsyayê re pêş bixîne, wê demê wê pêwîstî bi lidarxistina civîneke din hebe, wê Pûtîn destûr bide Erdogan ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Her wiha Koyluoglu got zehmet e ku Erdogan ji xeta ku NATO'yê re jê re danî ye derkeve, heta ku destûr ji Rûsyayê girtibe, divê Rûsya jî erêkirina êrişê ji Îran û rejîma Sûriyê werbigire, di heman demê de divê Tirkiyê Amerîkayê di ber çavan re bigire û erkêkirinê jê werbigire, bêyî erêkirina Amerîkayê Tirkiyê nikare tu êrişekê pêş bixîne.

'DIJWARKIRINA ÊRIŞAN JI BO NASKIRINA HEWLÊN ALIYAN E'

Koyluoglu diyar kir ku Erdogan êrişên xwe zêde kirine da ku helwesta aliyan nas bike ku heta kijan astê çavê xwe li êrişan digirin.

Rûsya di civîna Soçiyê ji bo dewleta Tirk pêşniyar kiribû ku têkiliyên xwe bi Şamê re xurt bike.

Têkildarî vê mijarê Ezîz Koylouglu daxuyand ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve têkiliyên îstîxbaratî yên Tirkiyê û Sûriyê qut nebûne, heger paş ketibin jî lê bi rengekî din dewam dikin.

'JI BO DIYALOGÊN BI TIRKIYÊ RE ŞERTÊN REJÎMÊ HENE KU ERDOGAN NIKARE PÊK BÎNE'

Koyluoglu da zanîn ku şertên rejîma Şamê hene da ku diyalogan bi Tirkiyê re bikin û ev şert wiha destnîşan kir: "Şertên rejîmê derketina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê ye û ya duyemîn e jî divê Tirkiyê desteka bi komên çete re rawestîne. Lê Erdogan nikare van şertan pêk bîne, ji ber ku hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê bi biryara NATO'yê ye û Erdogan nikare bi tena serê xwe biryara derketinê bide, her wiha Erdogan nikare desteka xwe bi komên çete re rawestîne ji ber têkiliyên wê yên stratejîk bi komên çete re hene. Dibe ku ev şert werin pêkanîne dema ku sîstemeke nû li Tirkiyê were avakirin ku siyasetên xwe yên derbarê Sûriyê û van koman de biguherîne."

Koyluoglu anî ziman ku zehmet e ku Erdogan daxwazên rejîma Şamê pêk bîne, Erdogan ji rejîmê dixwaze ku bi wê re li dijî QSD, kurdan û gelên herêmê hevkar be da ku tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, di heman demê de dixwaze komên çete bi rejîmê re li hev bike, lê di rewşa heyî de rejîm nikare vê pêk bîne.

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu destnîşan kir ku têkiliyên kor û yên bê bawerî yên di navbera Şam û Enqere de wê venegerin mîna berê, ne Beşar Esed amade ye têkiliyan bi Tirkiyê re vegerîne û ne ji Erdogan. Her wiha got: "Bi guhertina sîstema Tirkiyê re Sûriyê dikare rûpeleke nû bi Tirkiyê re veke."

ANHA