​​​​​​​Tora MÎT’ê ya li Serêkaniyê rastî xezeba Operasyona Sondê hat

Di Operasyona Sondê ya QSD’ê de vê carê jî tora MÎT’ê, ya ku ji Serêkaniyê ve dihate rêvebirin hate têkibrin. 3 sîxûrên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karên qirêj dikirin hatin girtin û 2 serkêşên MÎT’ê ku ev tor rê ve dibirin jî, li Serêkaniyê hatin kuştin. Xwemikûrhatinên van her sê sîxûrên girtî, di Ronahî TV de hate weşandin.

​​​​​​​Tora MÎT’ê ya li Serêkaniyê rastî xezeba Operasyona Sondê hat
19 tebax, 2022   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê dagirkeriya Tirkiyê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne tenê bi rêya topbaran û êrişên bi balafirên bê mirov ê bi çek tê meşandin. Di heman demê de di nava civakê de bi belavkirina karên qirêj û bi rêxistinkirina torên sîxûrtiyê, hewl dide projeya rêveberiya xweser têk bibe da ku planên xwe yên dagirkeriyeke berfireh pêk bîne.

Li hemberî van plan û êrişan, bi taybetî piştî ku gelek hemwelatî û şervan bi deste van sîxûran şehîd bûn, di 31’ê Tîrmehê de QSD’ê Operasyona Sondê ragihand. Di encama vê operasyonê de jî heya niha gelek sîxûr hatine girtin û kuştin û gelek torên wan yên sîxûrtiyê jî hatine têkbirin.

Di encama van operasyonan de 3 kesên bi navê Ebû Hacer, Kanîwar Hec Qesîm û Ehmed Hesen Elî ku hatine girtin jî, bi rêya ‘bernameya rûyên veşartî’ ya Ronahî tv ji xwe mikûr tên. Dema mirov yek bi yek xwemikûrhatinên van sîxûran meyze dike, mirov dibêje qey tu têkiliya wan bi hev re tine ye. Bi rastî jî ev sîxûr hev û din nas nakin, lê dema tabloyê giştî meyzî dike, mirov fêm dike ku hemû girêdayî du kesan kar dikin û endamê toreke sîxûrtiyê ne. Ev herdu kesên bi navê Ebû Nûr û Ehmed El Hemze jî di encama Operasyona Sondê de li herêma Alya ya başûrê Serêkaniyê hatin kuştin û tora wan ya sîxûrtiyê têk çû.  

EBÛ HACER: ENDAMÊ DAIŞ’Ê Û MÎT’Ê

Çeteye DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Hacer ku di heman demê de sîxûrtiya MÎT’ê dike, ji bajarê Zîbanê yê Dêrazorê ye û demeke dirêj di nav DAIŞ’ê de cih girtî ye û gelek bûyerên qetilkirinê pêk anîne.  Di xwemikûrhatinên xwe de derheqê tevlêbûna xwe ya DAIŞ’ê û êrişên li hemberî hemwelatiyan û şervanan pêk anîne de wiha tîne ziman: “Ez saleke û nîv di nava Cebhet El Nusra de mam, min li Heqil Omer karê avakirina benden kontrole kir. Piştî Cebhed El Nusra ji herêmê derket, ez tev li DAIŞ’ê bûm. Li balafirgeh û gundewarên Dêrazorê mam. 2 salan bi wan re mam. Piştî derketina DAIŞ’ê, vekişiyam bajarê Meyadîn û li wê derê tev li QSD’ê bûm. Piştî berpirsên DAIŞ’ê gef li min xwarin, min dev ji QSD’ê berda û min ji bo DAIŞ’ê çalakî pêk anîn. Kesê ku talîmat didan min jî, di nava DAIŞ’ê de kesekî payebilind bû, piştî têkçûna Baxozê, bû şaneyekî razayî yê DAIŞ’ê. Di çalakiya yekemîn ku ez tevlê bûm, li bajarê Zîbanê, kûştina 2 şervanên QSD’ê bû. Di 17 êrişên ku ez tevlê bûme de 18 şervan û jinek mirin, nobedarekî petrole birîndar bû.”

Piştî çeteyê DAIŞ’ê Ebû Hacer ferq dike dê ji aliyê QSD’ê ve were girtin, berê xwe dide Serêkaniyê û tev li  tora MÎT’ê dibe. Ev serpêhatiya xwe ya qirêj bi van gotinan tîne ziman: “Di operasyona QSD’ê de, hevkarên min bi navê Xalid û Recep hatin kuştin. Piştî ku ez jî ji aliyê QSD’ê ve hatim xwestin, reviyam Serêkaniyê. Gelek kesên ku min nas dikirin li wê derê hebûn, ew jî di nava DAIŞ’ê de bûn. Ez jî nêzikî 2 salan li Serêkaniyê mam. Li Serakaniyê, min çalakiyeke tenê ji bo DAIŞ’ê kir, ew jî DAIŞ’iyek bû, malbatên DAIŞ’iyan teslîm kiribûn. Min dixwest herim Idlibê, lê ji ber ku operasyoneke Amerîka li wê derê çêbû, min nikarî biçim. Li Serêkaniyê min kesê bi navê Ebû Îsmaîl nas kir ku di nava arteşa azad de kar dikir. Wî jî ez bi Ebû Omer re da naskirin. Ebû Omer jî ez bi Ebû Nûr da naskirin. Ebû Nûr li bajarên Tirkiyê dimîne û ji MÎT’ê re kar dike. Ew bi fermandarên Tirkiyê re diaxivî, ji wan re digot Xal, her wiha kesekî bi navê Kebiş re diaxivî, berpirsê lêpirsînê bû. Mirovên Ebû Nûr giştî li Dêrazorê bûn, 2 birayên wî di nava rejîmê de kar dikirin. Her demeke dadiket Dêrazorê, 3-4 rojan dima û dizivirî. Min gûman dikir ku bi rejîma Sûriyê re kar dike, lê yekî berê DAIŞ’î bû, çawa bi rejîmê re kar bike?”

Sîxûr Ebû Hacer, bi van gotinan plansaziya êrişeke nû li ser navê MÎT’ê û girtina xwe ji aliyê QSD’ê ve li Reqayê tîne ziman: “Piştî hefteyekê Ebû Nûr kuştina kesekî li bajarê Reqa ji min xwest. Fotoyê kesekî nîşanî min da, min ê ew bikûşta, dê zilamekî wan jî bihata pêşiya min û telefon, pere û demançe ji min re anîba. Got li wê derê gelek kesên me hene, lê nikarin vê çalakiyê pêk bînin.  Min qebûl kir û daketim bajarê Reqayê. Beriya ez biçim, Ebû Nûr wêneyê min bir û got ez ê nîşanî MÎT’a Tirk bidim.  Divê ez 3 rojan bimama, êriş pêkanîba û bizivirîma. Lê ez li bajarê Reqa hatim girtin.”

BI GEFAN PÊŞXISTINA SÎXÛRTIYÊ

Sîxûrê bi navê Kanîwar Hec Qesim yê ji gundê Kerengoz yê bajarê Amûdê jî bi vî awayî têkiliya xwe ya bi berpirsê tora Serêkaniyê ya MÎT’ê Ebû Nûr re tîne ziman: “Min malbata xwe şand Serêkaniyê ku derbasî Tirkiyê bibin. Lê ne ew dibirin û ne jî vedigerandin. Di encamê de ez çûm wê derê. Ez yekî bi navê Xalid re axivîm, wî ew kar dikir. Ji min re got were. Roja ku ez gihiştim wê derê, zarokên min derxistin Tirkiyê. Lê dema min xwest vegerim, nehiştin. Kesekî bi navê Ebû Nûr hat, ji min re got tu bi hizbê re kar dikî, malumatên te li gel me ne. Divê tu bi me re kar bikî, tuyê cihê hevalan ji me re bêjî. Nasnameya min jî, ji min stendin, gotin em mala te jî nas dikin û zarokên te jî di destê me de ne. Gef li min xwarin. Kesekî bi navê Omer re jî têkilî dikir, agahiyên me hemû jê re dişandin. Digotin em girêdayî Mêrdînê ne. Ez neçar mam ji wan re bêjim temam.”

XWESTINA KORDÎNATÊN RÛSAN

Sîxûrê bi navê Kanîwar kiryarên xwe yên qirêj bi MÎT’ê re wisa tîne ziman: “Piştre min şandim aliyê Hesekê. Piştî 2 rojan ji min re lêxistin gotin, tu çima ji me re agahiyan naşîne. 7-8 rojan min xwe da alî, lê piştre min nikarî ji belaya wan xwe rizgar bikim. Gotin, cihê rûsan ji me re bêje. Min got yek jê Amûdê ye, heval û Rûs bi hev re tê de dimînin. Hejmara wan tam nizanim. Wekî din li Dîkê hene, 25-30 kesî tê de hene. Li Çaxir Bazarê jî yek hebû, gundê Mizgeftê yê Tirbêsipiyê hebû. Min çar cih dan wan. Hinek cihên Erka Xweparastinê hebûn, min kordînata wan da wî. Navê berpirsyarê alaqatan ji min pirsîn, min navê wî da wan. Min hinek wêne ji wan re şandin. Cihekî civînan ya rejîm, hevalan û rûsan hebû, min ew cih ji wan re şandin. Mîn ev tişt bi rêka telegramê dişandin. Piştî 15 rojan ji min re gotin ku Ebû Nûr hatiye kuştin. Jixwe piştî demeke kurt hevalan ez girtim.”    

Sîxûrê bi navê Ehmed Hesen Elî yê ji taxa Ezîziyê yê Hesekê jî têkiliya xwe ya bi MÎT’ê re û kiryarên xwe yên sîxûrtiyê wisa tîne ziman: “Ev 4 salin ez li nexweşxaneya Şehîd  Sarya hemşîre bûm. Di dawiya Nîsanê de 2 kesê ji Ezîziyê bi min re axivîn. Ev birayên hev bûn, mirovên min in. Li Rihayê, bi rêka Ebû Nûr Mergeda bi MÎT’ê re kar dikin. Gotin, em dikarin bi te re bibin alîkar ku tu derkeve Almanyayê, lê divê tu bi me re kar bikî. Min jî qebûl kir. Li ser berpirs û rêveberiya nexweşxanê, li ser birîndar û gaziyan agahî ji min xwestin. Mîn jî, ji wan re nav û wêneyê berpirsê nexweşxanê û fermandarekî şand. Gotin, piştî demeke em ê pereyan ji te re bişînin, lê neşandin. Min demeke ji wan re kar kir, lê pişt re ez hatim girtin.”

ANHA