​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşek li taxa Şêxmeqsûd li dar xist. PYD bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan, bi diruşma   "Dem dema azadiya rêber Apo ye" dest bi çalakiya konvedanê kir.

​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
​​​​​​​Li Helebê çalakiyên li dijî tecrîd û êrişên dagirekriya Tirk dest pê kirin
19 tebax, 2022   20:07
HELEB

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Bi sedan ciwan û şêniyên taxê beşdarî meşê bûn ku ji ber hola civînan a beşê rojava yê taxê dest pê kir. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Na ji xiyanetê re" hatin berzkirin.

Meş li devera Cibanat a rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya. Li vir PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Apo ye" konê çalakiyê vegirt.

Li vir deqeyeke rêz hat girtin, piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nadiya Yûsif axivî, tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêber Apo siyasetên tecrîd û komploya navneteweyî têk bir, ji 23 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide."

Nadiya Yûnis bang li hemû ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bibe çalakiyan dewam bikin.

Çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.

ÇALAKIYA KONVEDANÊ

Piştre PYD'ê û Meclisa Malbatên Şehîdan dest bi çalakiya konvendê kir.

Bi sedan şênyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di nav de endamên saziyên sivîl, meclis, komîn û Kongra Star beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya çalakiyê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih ve hate kirin.

Remziye Salih tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li derdora Rêveberiya Xweser kom bibin, piştgiriyê bibin QSD'ê û destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Mihemed Şêxo jî axivî, di kesayeta şehîd Sosin Bîrhat û hevalên wê de, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Şêxo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên bi balafiran li ser herêmê kir û got, Tirkiyê bi van êrişan nikare îradeya gelên herêmê bişkîne û dê gelên herêmê berxwedana xwe ya parastina xaka xwe berdewam bikin.

Çalakiya roja yekem bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

ANHA