ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2022
19 tebax, 2022   23:00

-Çalakiya konvedanê bi diruşma "Kanî dadmendiya we?" ya li ber avahiya NY'yê ya li bajarê Qamişlo di roja 9'an de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Apo ye" ku ji aliyê PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan ve li herêma Cibatan a Helebê hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, li tevahî navçeyên kantona Hesekê, malbatên şehîdan çalakiyan li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Kurd a Lêkolînan bi navê "Siyasetên Tirkiyê yên berfirehkirinê gefê li ewlehî û îstiqrara herêmê dixwe" forumekê li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê QSD`ê Aram Hena destnîşan kir ku heta pêkanîna serkeftinê dê li ber xwe bidin. Her wiha paşguhkirina sûcên dewleta Tirk ji aliyê hêzên navneteweyî ve şermezar kir û got: “Civîna dawî ya li Soçiyê, tenê ji bo erêkirin û plankirina êrişên vê dawiyê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Ezîz Koyluoglu lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de dûr dibîne, ji ber ku dewleta Tirk nikare daxwazên Şamê bi cih bîne. Koyluyoglu îşaret pê kir ku xwezaya têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser lihevkirin û nakokiyên di navbera gelek aliyan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan û şêniyên gundê Topiz têkildarî êrişa di 16`ê Tebaxê de li ser gundekî navçeya Amûdê ku di encamê de 5 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn, got “Em bi sedan şehîdan jî bidin em dev ji mal û gundê xwe bernadin, şehîd şehîdên rûmetê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk rexne kir û bang lê kir ku helwesta xwe ya li hemberî topbarana artêşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye  dagirkirin, di nava bêdengiya navneteweyî de qetilkirin, revandin, destdirêjî, dizî û guhertina demografîk dewam dikin. Di hefteyekê de 9 welatî hatin revandin û tecawîz li jineke ciwan hate kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ve girê dan, her wiha diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê têkbirina projeya demokratîk a Kurdistanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di Operasyona Sondê ya QSD’ê de vê carê jî tora MÎT’ê, ya ku ji Serêkaniyê ve dihate rêvebirin hate têkibrin. 3 sîxûrên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karên qirêj dikirin hatin girtin û 2 serkêşên MÎT’ê ku ev tor rê ve dibirin jî, li Serêkaniyê hatin kuştin. Xwemikûrhatinên van her sê sîxûrên girtî, di Ronahî TV de hate weşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA