​​​​​​​Aram Hena: Em mafê bersivdayîna dereng nahêlin, bersiv wê hezar qat be

Berdevkê QSD`ê Aram Hena destnîşan kir ku heta pêkanîna serkeftinê dê li ber xwe bidin. Her wiha paşguhkirina sûcên dewleta Tirk ji aliyê hêzên navneteweyî ve şermezar kir û got: “Civîna dawî ya li Soçiyê, tenê ji bo erêkirin û plankirina êrişên vê dawiyê ne.”

​​​​​​​Aram Hena: Em mafê bersivdayîna dereng nahêlin, bersiv wê hezar qat be
20 tebax, 2022   00:51
HESEKÊ

Piştî civîna Soçiyê ku di 5`ê Tebaxê de pêk hatibû, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û balafirên bêmirov ên biçek di van êrişên xwe de bi kar tîne.

'HERÊM BÛ QADA NAKOKIYA NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ'

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û behsa geşedanên dawîn ên li herêmê kir. Hena anî ziman ku tawîzên ku di qada Sûriyê de hatine dayîn, nîşan dide ku Sûriye veguheriya qada nakokiya navneteweyî û hemû aliyên herêmî û navneteweyî ku çavdêriya bûyeran dikin, hewl didin bi her awayî sûdê ji vê rewşê bigirin.

Hena wiha pê de çû: “Ev yek hinek berjewendiyên diyar dabîn dike ku dewleta Tirk û gelek aliyên herêmî sûdê jê digirin. Ji ber van berjewendiyan, hêzên navneteweyî sûcên Tirkiyê dike, paşguh dikin da ku ev armanca diyar pêk were.”

'EM NIKARIN BEHSA BINKEFTINA TERORÊ BIKIN'

Der barê bandora êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de Hena got ew rojane operasyonan li dijî terorê li dar dixin, navendên ragirtina çeteyan û malbatên wan diparêzin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ruxmî wê jî, em dibînin ku civîna Soçiyê tenê ji bo diyarkirin û plankirina êrişên vê dawiyê ne ku ji bo helwesta navneteweyî û kûrahiya têkiliyên me bi şirîkan û dostên me re, ezmûnek e.”

Berdevkê QSD'ê daxuyand ku ew rojane bi hemû aliyên navneteweyî re di nav têkiliyan de ne û got: “Ji ber ku Rûsya weke hêzeke garantor li herêmê ye, em raporên meydanî jê re û ji Koalîsyona Navneteweyî re pêşkêş dikin. Bi rêya wan raporan em dateyên bûyeran ji wan re şîrove dikin û encamên kiryarên neyînî ku bandor li armancên hevbeş dikin, belge dikin ku em bi rêya wê hewl didin bi hêzên cuda yên navneteweyî re kar û xebatan bikin çi di aliyê têkoşîna li dijî terorê de be yan jî kar û xebatên me yên têkildarî seranserî sînor û eniyên şer be.”

Aram Hena destnîşan kir ku li gel rola neyînî ya navneteweyî heke agirbest pêk neyê, ne pêkan e ku behsa tunekirin an jî binkeftina terorê bê kirin û diyar kir ku pêwîstiya vê yekê bi çalakbûyîneke xurtir li ser erdê heye.

'DAGIRKER ŞER RAGIHAND Û HEWL DIDE HEBÛNA ME TUNE BIKE'

Di nav axaftina xwe de Hena îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji salên yekemîn ên şoreşê ve şer li dijî herêmê ragihand, ji kêliya yekemîn ve şerê hevgirtina pêkhateyên herêmê kir ku bingeha wê, jiyana hevbeş, biratiya gelan e ku bi projeyeke sûrî ya nîştimanî encamdar bû.

Hena wiha pê de çû: “Divê gelê me bizanibe ku şer û êrişên niha ji bûyerên di dîrokê de bi serê me hatine ne cuda ye. Yê ku berpirsa komkujiyên Sêfo yên sala 1915`an bû ew niha gefan li me dixwe. Yê ku ji bo çewisandina nasnameya me ya dîrokî komkujî pêk anîn, hewl dide êrişî me bike.”

'MAFÊ HÊZÊN ME YE KU BERSIVÊ BIDIN'

Her wiha Arman Hena wiha berdewam kir: “Bi serbilindî û bi israr, ji bilî berxwedanê û birayara pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta pêkanîna serkeftinê û misogerkirina mafê bi hezaran şehîdan û fedakariyên şêniyan, tu vebijêrk li pêşiya QSD`ê nîn e.”

Hena diyar kir ku hêzên wan ji bo her rewşekê re amade ne û got: “Yekîneyên taybet erkê bersivandina sûcên dijmin yekser girtiye ser xwe. Di wê çarçoveyê de gelek zirar di can û cebilxaneyê de gihaştin artêşa Tirk a dagirker. Em mafê bersivdayîna dereng nahêlin, lê belê em di dema wê de bersiva hezar qat bidin.”

'SERKEFTIN BI HEVGIRTINÊ MISOGER E'

Di dawiyê de berdevkê fermî yê QSD`ê Aram Hena got: “Careke din dibêjim, tenê bi hevgirtinê em dikarin serkeftinê pêk bînin, mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên ku bi gelek fedakariyan me bi dest xistine, biparêzin. Bi navê şervan û hêzên leşkerî yên QSD`ê em soz didin ku bi vîna xwe ya xurt sînorên xwe biparêzin, ewlehiyê ji gelê xwe re pêk bînin.”

(şx)

ANHA