​​​​​​​Malbatên birîndarên êrişa li Şehbayê: Em ê bêdeng nemînin

Malbatên birîndarên êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehbayê diyar kirin ku ew li hemberî êrişên dagirkeriyê bêdeng nemînin.

​​​​​​​Malbatên birîndarên êrişa li Şehbayê: Em ê bêdeng nemînin
19 tebax, 2022   17:48
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Til Rifetê, gundên Nêrebiyê, Qeramil, Hesîn, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di êrişa li ser gundê Nêrebiyê de Xedîce Welo (55) birîndar bû û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef (13) di kêleka xwe de birîndar bû ku niha di odeya emeliyetê de ye .

Ji malbata Xedîce Welo, Hisên Welo diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser kantona Şehbayê de sivîlan dike hedef û got: "ji salan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de êrişên hovane li ser kantona Şehbayê pêk tîne. Îro jî êrişên xwe li ser gundên tijîe sivîl zêde kirin û du sivîl birîndar kir. Em van êrişan şermezar dikin û li hemberî dagirkeriya Tirk bêdeng namînin."

Welatiya bi navê Bedriya Welo jî êrişên bê serûber ên li dijî sivîla şermezar kir û wiha domand: "Çima dagirkeriya Tirk her tim sivîlan topbaran dike. Ji ber êrişên wê yên bêserûber Xedîce Welo birîndar bû. Em topbarana dewleta Tirk a li ser malên me şermezar dikin."

ANHA