Şehîdên 19'ê Tebaxê li Til Temirê hatin bi bîranîn

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed di salvegera yekemîn de li cihê ku lê şehîd bûne, hatin bi bîranîn.

19 tebax, 2022   18:47
HESEKÊ

Îro salvegera yekemîn a şehadeta fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Seyfullah Ehmed û Rûbar Hesekê ye ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a bi alîkariya sîxuran a li ser navenda têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de şehîd bûn. Di heman rojê de erebeya fermandar Rênas Roj li nêzî bajarê Qamişlo kirin hedef, di encamê de şehîd bû.

Bi vê boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê merasîmê bîranînê li dar xist.

Merasîmê bi meşeke ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ber Navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve dest pê kir. Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdên 19'ê Tebaxê, endamên saziyên sivîl, ewlî û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê beşdarî meşê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Fîdan Yûnis axivî û got: "Em bi xêrhatina hemû kesên ku li vir li hemberî tevahî siyasetên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sekinîne û malbatên şehîdên 19'ê Tebaxê dikin. Di vê roja dîrokî de em pêşengên xwe yên bi dehên salan li parçeyên Kurdistanê û di Şoreşa Rojava de têkoşîn kirine bi bîr tînin."

Fîdan Yûnis berxwedana QSD û gerîla silav kir û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dagirker fermandarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya wan dikin heded da ku rihê şoreşê û destkeftiyên wê têk bibe. Divê em dev ji rihê şoreşa xwe û destkeftiyên şehîdên xwe bernedin. Divê her kes li hemberî dagirker û çeteyên wê têkoşînê bike."

Piştre Nalîn Yûnis helbesteke li ser şehîdên 19'ê Tebaxê xwend.

Xwişka şehîd Sosin Bîrhat, Îlham Mihemed got: "Îro salvegera yekemîn a şehadeta fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ye, îro rojeke pîroz e. Dagirker bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelên herêmê bişkîne, lê berxwedana gelên herêmên û hevgirtina wan a bi hêzên leşkerî re wê bi ser bikeve."

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA