​​​​​​​Xerîb Hiso: Em ê vê qonaxê bikin qonaxa deskeftiyan

Xerîb Hiso, destnîşan kir ku dagirker dixwazin Kurdan zeyîf bikin û teslîm bigrin. Xiso, da zanîn ku mijara îtîfaqên dewletan li ser şikandina îradeya gelê Kurd, têkbirina şoreşa Rojava ye û got: “Li dijî van îtîfaq û planan sekna me jî heye, em jî ji ya xwe danakevin.”

​​​​​​​Xerîb Hiso: Em ê vê qonaxê bikin qonaxa deskeftiyan
19 tebax, 2022   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Xerîb Hiso di civîna Kombenda Efrîn a Civakî de axivî û diyar kir ku Rûsya, Îran û Tirkiyê û hikumeta Şamê çareseriyê di zeyifkirina kurdan de dibînin.

Xerîb Hiso, destnîşan kir ku rêya Efrînê rizgar bike berxwedan e û got: “Vegera Efrînê em nakin hesret. Em ê vê yekê bi rêya têkoşîn û berxwedanê pêk bînin. Hasreta mirovan her tim bi berxwedan û têkoşînê pêk tê. Li dijî dagirkeriya herêmê rewşa ku cîhan bêdeng e cihê şermê ye, cihê nemayîna pîvan û mirovahiyê ye. Dewletên ku bi rewşa Sûriyê ya şer, pevçûn, nakokî re mijûl dibin berjewendiyên wan gelekî kûr in. Siyaseta van dewletan bi fetisandinê re derbas dibe, ew dewletên ku nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin wê çawa pirsgirêkên gelan çareser bikin. Mixabin siyaseta navdewletî ev e û divê em tu hêvî ji tu kesî nekin. Em jî ji hêza xwe bawer in.”

Xerîb Hiso, diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk di serî de temamkirina siyaseta Amerîka û erêkirina rûsan e û got: “Tu hêvî ji van welatan nayê kirin. Ew bi xwe jî nav aloziyê de ne. Rewşa Rûsya ji rewşa Tirkiyê nekêmtir e. Ya Tirkiyê jî ji ya Amerîka nekêmtir e. Qonaxa ku em tê de derbas dibin gelekî hesas e. Ji ber çi em vê dibêjin; ji ber ku xetên sitûr nemane û hemû xet zirav bûne. Ev hesasiyeta demê dide pêş û xeterî tê de heye. Ev 11 salin li dijî mafê kurdan li herêmê gihiştin hev. Ev şer, talankirin, dagirkerî bi giştî li ser çawa kurdan bê maf bihêlin, çawa bikaribin rê li ber şoreşa me bigrin, îradeya me bişkênin, tevdigerin. Lê ev jî tê wê wateyê ku em jî bi hêz in. Em ji xwedî hêzeke siyasî û leşkerî ne. Dixwazin kurdan zeyîf bikin û teslîm bigrin. Ev jî cihê xeteriyê û hesasiyetê ye. Vê care ev xeterî û hesasiyeta heyî çi dibe bila bibe divê em vê derbas bikin. Em vê qonaxê bikin qonaxa deskeftiyên dîrokî. Ev bi rêya berxwedaniyê çê dibe” 

Xerîb Hiso derbarê lihevkirinên dewletan li dijî kurdan çê dibe de van tiştan got: “Ev lihevkirinên di demên dawî de çêbûne gelekî giran in. Li Madrîd, Tahran, Soçî, Şam, Enqere û Cezayîrê îtîfaqên ku vekirî û eşkerê çê dibin li ser hesabên me ne. Mijara wan îtîfaqan em in, îradeya gelê Kurd e. Li dijî van îtîfaq û planan sekna me jî heye. Em ji ya xwe danakevin. Em ê xeta xwe ya berxwedan û têkoşînê bidomîne. Ev xet giran e û berdelên wê jî giranin lê her çiqas giran bê jî me qonaxên ji vê girantir derbas kiriye. Titşekî em tenezûl bikin tune ye. Çi hişt ku dewleta Tirk a dagirker bi hikعmeta Şamê re were cem hev?  Rûsya, Îran û Tirkiyê bi hikumeta Şamê re çareseriyek wiha dibînin; kurdan zeyif bikin. Kaxiza teror û çetetiyê ji destê wan têk çû. Destûra êrişên asîmanî ji dewleta Tirk re hatiye dayîn. Li dijî van êrişan me soza berxwedanê da ye û em ê her li ser wê biryara xwe bin.”

(cb)

ANHA