​​​​​​​Di êrişa li ser Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa li ser Şehbayê de jinek û zarokek birîndar bûn
19 tebax, 2022   15:31
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Qeramil, Hasîn, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehabyê topbaran kirin.

Di êrişê de jina bi navê Xedîce Şemo (55) û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef (13) birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê.

ANHA