Rêveberiya Xweser soz da ku hesabê qetilkirina zarokan ji dewleta Tirk bixwaze

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanckirina navenda Fêrkirinê ya li gundê Şimokê yê li Hesekê ya zarokên keçîn ya di bin çavdêriya NY`yê de, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got "Ev êriş û yên berî wê yên li dijî herêm, gund û zarokên me dê bê hesab derbas nebin."

Rêveberiya Xweser soz da ku hesabê qetilkirina zarokan ji dewleta Tirk bixwaze
19 tebax, 2022   09:46
NAVENAD NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navenda fêrkirinê ya zarokên keçîn a li gundê Şimoke yê Hesekê ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, şermezar kir. 

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Piştî hevdîtina dawî ya ku Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re li dar xist, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ şer kirin şehîd bûn. Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrişên nû pêk tîne mînaka wê jî duh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, kir armanc, di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên keçîn birîndar bûn. Ev êrişa hovane hemû pîvan û qanûnan bin pê dike û sûcên şer e, di heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din ê DAIŞ e."

Ji wê diyar dibe ku Erdogan behsa operasyona leşkerî kir, dihat wateya ku ew ê terorîzma xwe li ser her kesî ferz bike bêyî ku bersiv hebe.

Ev êriş xeteriyê li ser zarokan û li ser navendên fêrkirin û sivîlan çêdike û nîşaneya encamên giran dike, dê bi wê re zêdetir li Sûriyê tevlihevî derkeve û rewşeke nû derxe ku bandorê li Sûriyê û gelê wê bike.

Hincetên dewleta Tirk ên derew ji bo rewakirina êriş û dagirkirina herêmên me ye. Ji lew re xetereyên vê êrişê rojane zêde dibin. Ev jî teqez dike ku Sûriye di bin xetere û gefa dewleta Tirk de ye û divê hemû sûrî vê yekê bizanin û dersan ji siyasetên dewleta Tirk derxin."

(eh)