Ferhad Şamî: Tu têkiliyên hêzên me bi topbarana li dijî Babê tune ye

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD´ê Ferhad Şamî agahiyên li ser dezgehên çapemeniyê yên topbarana li dijî bajarê Babê derewandin û got: "Tu têkiliya hêzên me bi topbaranê tune ye."

Ferhad Şamî: Tu têkiliyên hêzên me bi topbarana li dijî Babê tune ye
19 tebax, 2022   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev agahî belav kir û wiha tê de hate gotin: "Me bi rêya dezgehên çapemeniyê agahî wergirtin ku vê sibehê bajarê Babê hate hedefgirtin. Em piştrast dikin ku tu têkiliya hêzên me bi vê yekê re ne bi awayekî yekser ne jî bi awayekî neyekser tune ye. Hemû operasyonên hêzên me li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne û em bi rêya daxuyaniyên nivîskî û dîmenan ji raya giştî re radigihînin.

Em texmîn dikin ku ev derbeyên li dijî Babê ji hêla aliyên kesên nahêlin welatî hêrsa xwe li hember daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê nîşan bidin, pêk hatin."

(fr)