Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan careke din ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
19 tebax, 2022   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan û Mazlûm Dînç ê wasiyê wî, Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Her wiha malbatan bi rêya dozgeriyê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.