​​​​​​​Ebdulkerîm Saroxan: Şoreşa 19'ê Tîrmehê giyanê xwe yê berxwedanê ji Pêngava 15'ê Tebaxê digire

Kesayetê welatparêz Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê vejîneke nû ji bo dîrok û çanda kurdî afirand û Kurd derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê kir. Saroxan diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê giyanê xwe yê berxwedanê ji Pêngava 15'ê Tebaxê digire.

​​​​​​​Ebdulkerîm Saroxan: Şoreşa 19'ê Tîrmehê giyanê xwe yê berxwedanê ji Pêngava 15'ê Tebaxê digire
19 tebax, 2022   03:33
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Piştî gelek serdeman ji pişafitina çand, dîrok, qirkirina fîzîkî û fikirî û têkbirina şoreşên wan, 20/25'ê Tebaxa 1982'yan de ji bo gelê Kurd vejîneke nû bû. Di navbera van rojan de Tevgera Rizgariya Kurdistanê biryara vegera li welat û destpêkirina amadekariyên têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk a dagirker da. Di 15'ê Tebaxa 1984'an de bi pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) guleya yekemîn li hemberî artêşa dewleta Tirk a dagirker hate teqandin.

Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd mîna roja vejînê ye ku bû bingeha destpêkirina qonaxeke nû li hemberî hemû êrişên qirkirin û asîmîlasyonê. Rêber Abdullah Ocalan li ser vê merheleyê dibêje: "Bi vê pêngavê re kurdan bi karînên xwe yên rizgarkirinê bawer kir, sedên salên bêhêviyê têk bir. Em dikarin bêjin ku ji bilî serkeftinê tu texmînên pêşbinî tune ne, bi serkeftinê bawer kir, ev ji bo serkeftinê gelekî girîng e."

ROJA VEJÎNÊ LI HEMBERÎ ASÎMÎLASYON Û QIRKIRINÊ

Ebdulkerîm Saroxan bal kişand ser rewşa ku Pêngava 15'ê Tebaxê dest pê kir û got: "Ev pêngav di rewşekê de dest pê kir ku Kurd li tevahî Kurdistanê gihiştibû merheleya asîmîlekirina çandî û dîrokî. Destpêkirina vê pêngavê merheleya yekemîn bû ku Kurd serê xwe li hemberî van kiryaran radike û dest bi şerekî gel ê dem dirêj dike. Ji ber vê yekê ev pêngav vejîneke nû j bo dîrok û çanda kurdî afirand û Kurd derbasî pêvajoyeke nû kir."

Saroxan diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê rihê berxwedanê li cem gelê Kurd afirand da ku xwe û nirxên xwe ji siyaset û armancên dewleta Tirk a faşîst biparêze û ji bo pêkanîna destkeftiyan têkoşînê bike. Saroxan bi domdarî got: "Ev merhele kurdan ji qirkirin û asîmîlekirinê parast. 15'ê Tebaxê ji bo kurdan roja vejînê ye û hişt ku Kurd ji bo parastina çanda xwe jiyaneke di dîroka xwe ya resen de têkoşînê bike."

Ebdulkerîm Saroxan îşaret pê kir ku rihê Pêngava 15'ê Tebaxê ku bi pêşengiya fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) dest pê kir bû bingeha avakirina Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) li hemberî artêşa Tirk a faşîst û ev rih li tevahî parçeyên Kurdistanê belav bû ku bi hezaran keç û xortên Kurd tev li refên gerîla bûn. Piştî destpêkirina têkoşîna çekdarî li hemberî dewleta Tirk a dagirker di 15'ê Tebaxa 1984'an de, pêwîstî bi avabûna baskê leşkerî yê Tevgera Rizgariya Kurdistanê hate dîtin, ji ber vê yekê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hat avakirin û piştre di sala 1986'an navê wê veguherî ARGK'ê.''

JI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ HETA ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ

Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku gelê Kurd bi vî rihê jiya û wiha pê de çû: "Lê parçeyê ku herî zêde ev pêvajo jiya  û moralê têkoşînê girt, Rojava bû. Rojava qada ku rêber Ocalan derdora 20 salî lê têkoşîn kir. Ji ber vê gelê Rojava di nava Şoreşa 19'ê Tîrmehê de dijî, rihê berxwedana xwe û zihniyeta xwe ji berxwedana Pêngava 15'ê Tebaxê digire."

Saroxan îsrara gelê Rojava ya li ser têkoşîna şoreşgerî bi bandora Pêngava 15'ê Tebaxê li wan ve girê da û wiha axaftina xwe dewam kir: "Bandora vê pêngavê gihişt salên serhildanê ya 2003`yan a li bajarê Qamişlo. Di vê serhildanê de gelê Kurd ê Rojava li hemberî siyaset û kiryarên rejîma Baas'ê rabû. Ev serhildan bû bingeha Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku di nav de hêzên leşkerî ji keç û xortên herêmê ava bû da ku xwe û şoreşa xwe biparêzin. Niha em li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê dijîn. Her pêngaveke rizgarkirinê ku keç û xortên me li hemberî hêzên tarî yên ku hewl didan gelan qir bikin,  pêk anîn bi heman îrade û rihê têkoşênê yê Pêngavê 15'ê Tebaxê bû, ev pêngav jî bingeha xwe ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê  digire."

'EV BERXWEDANÎ DI RIHÊ HER KURDEKÎ DE ŞÎN DIBE'

Saroxan anî ziman ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane destanên efsanewî raber dike ku rihê xwe ji wê pêvajoyê digire û wiha got:   "Ev pêvajo bi şerê di çarçoveya hêzên leşkerî de dest pê kir niha di rêgezên şerê gel ê şoreşgerî de di hundirê her kurdekî de mezin be an ciwan be geş dibe, em rojane serkeftinan dijîn."

Ebdulkerîm Saroxan îşaret pê kir ku têkoşîna gerîlayên azadiya ya li hemberî êrişên dagirker û qirkirinê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike û ev tişt anî ziman: "Bi rihê Pêngava 15'ê Tebaxê gerîla li dijî êrişên dagirkeriya Tirk destanên lehengane li Zap, Avaşîn, Heftanîn û tevahî Herêmên Parastinê yên Medyayê dinîvisînin. Ev tê wateya ku rihê vê pêngavê ya ku misogeriya azadî û serkeftina Kurdistanê ye di her kurdekî de nû dibe."

'ŞOREŞA ROJAVA BERHEMÊ TÊKOŞÎNA BI SALAN E`

Ebdulkerîm Saroxan di dawiya axaftina xwe de diyar kir Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhemê têkoşîna bi dehên salan a Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê û Pêngava 15'ê Tebaxê ya li dijî êrişan e û wiha got: "Çirûska yekemîn a şoreşê bi damezirandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re dest pê kir û di 19'ê Tîrmeha 2012'an ev destkeftî wekî taybetmendiyek li Rojava hat birêxistinkirin."

ANHA