Pakrewanê ciwan ê mohra xwe li şoreşê xistiye; Bawer Iniz

Şoreşên gelan bi ciwanan geş û mezin dibin, yên ku hêza dînamîk a civakan in. Şoreşa Rojava bi pêşengiya ciwanan dest pê kir û bi hêza ciwanan dewam dike. Pakrewanên welat jî di oxira azadiyê de bi xwîna xwe destanên lehengiyê dinivîsin û mohra xwe li şoreşê dixin. Şehîd Bawer Iniz jî yek ji wan pakrewanan e.

Pakrewanê ciwan ê mohra xwe li şoreşê xistiye; Bawer Iniz
18 tebax, 2022   23:40
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Rêber Abdullah Ocalan dijbêje "Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin", ji lew re jî yên ku pêşengiya Şoerşa 19`ê Tîrmehê ya li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan kirine, bi hemû enerjiya xwe tevlê bûne û mohra xwe lê dane jî, ciwan in. Şoreşeke ku pêşengên wê hêzeke wekî jin û ciwanan be jî, ne pêkan e ku têk biçe.

Di oxira rizgarkirina vê xaka pîroz, parastina vî gelî û destkeftiyên gel de, bi hezaran keç û xortên vê axê di bihara temenê xwe de şehîd bûn û vê axê bedenên wan ên pîroz hembêz kir.

Ji nava malbatên Rojavayê Kurdistanê di heyama şoreşê de û beriya şoreşê jî gelek şoreşger derketine û ji bo doza welat û gelê xwe ketin ser rêça azadiyê. Ew şoreşgerên ku ji bilî azadiyê tiştek qebûl nekirin, rastî êrişên qirkirin û dagirkeriyê hatin û bûn hedefa yekemîn a dewleta Tirk a faşîst.

Bawer Iniz jî yê di nava malbateke welatparêz de rabûye û li ser hezkirina welat mezin bûye, wekî navê xwe bi şoreşê û doza vî gelî bawer kir û hemû hêza xwe xist xizmeta welatê xwe. Dewleta Tirk a dagirker bi keşfên xwe yên biçek roja 10`ê Tebaxê, Bawer tevî 2 hevrêyên wî şehîd xist.

BAWER Ê CIWAN..

Bawer Iniz, sala 2002`yan li gundê Xirba Iniz ku navê wê beriya erebkirinê Enza Biçûk bû, yê girêdayî kantona Qamişloyê çavên xwe li dinyayê vedike. Bawer kurê biçûk û delalê ber dilê malbatê bû.

Bawer Iniz bi xwişk û birayên xwe re xwendina xwe ya seretayî li dibistana gundê xwe temam dike, qonaxa navîn jî li Qamişloyê bi dawî dike.

Di sala 2017`an de Bawer bû endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wê demê hin hevalên wî şehîd dibin. Birayê Bawer Iniz, Hêz Iniz dibêje: “Bawer digot ez ê tola hevalên xwe yê şehîd hilînim.”

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Bawer ji bo parastina gel û şoreşa gelê xwe çekê radike û di sala 2021`an de tev li nava refên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe û navê "Çiya Qamişlo" li xwe dike.

Li ser sedema hilbijartina navê Çiya, Birayê Bawer Hêz Iniz got: “Navê hevalekî min ê jîr û girs Çiya bû, Bawer xwest bibe mîna wî jîr û kêrhatî, ji ber wê navê Çiya hilbijart.”

Malbata Bawer her dem bi şîretan zarokên xwe hişyar dikirin ku kar û xebatên di nava Şoreşa Rojava de bi ser bixin. Hêz Iniz wiha axaftina xwe li ser birayê xwe yê şehîd dewam kir: “Roja xwe bi temamî di kar de derbas dikir, bi heval û karê xwe ve pir girêdayî bû. Mirov çi rê daba pêşiya Bawer heq jê derdiket, tevî kurê biçûk bû jî, dilê wî li ser malê bû û bi fikirên xwe şîret didan me.”

LI SER RÊYA MERASIMA OXIRKIRINA ŞEHÎD MIHYEDÎN, ŞEHÎD BÛ

Bawer Iniz (Çiya Qamişlo) di 10`ê Tebaxê de tevî hevrêyê xwe Dijwar Kobanê li gundê Mele Sibat ê Qamişloyê di êrişa balafireke bêmirov a biçek dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibe.

Şehîd Bawer û Dijwar di rêya tevlêbûna merasîma sersaxiyê yê hevrêyê xwe Şehîd Mihyedîn Gulo de bûn ku ew jî bi bombebaran balafira bêmirov a dagirkeriya Tirk, li Qamişloyê di 9`ê heman mehê de şehîd bûbû.

XWEZIYA ŞEHADETÊ Û ÊŞA GIRAN

Hevrêyê Şehîd Bawer, Rêvan Hesen li ser têkiliya şehîd Bawer Iniz û şehîd Mihyedîn Gulo wiha dibêje: “Her dem gotina şehîd Mihyedîn li ser zimanê wî bû; rojek di emrê me de mabe jî em ê şoreşa Kurdistanê bibînin. Di dema şehadeta Mihyedîn de Bawer digot; xwezî ez li şûna wî şehîd bibûma.”

Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li rex hev spartin axê.

Rêvan Hesen li ser kesayet û şehadeta hevalê xwe Bawer got: “Malbata min Bawer jî wekî lawekî xwe dihesiband, wî şûna min di malê de digirt. dîtina şehadeta wî kîna min li hember dijmin zêdetir bû, bi çûyîna xwe êşeke pir giran di nava hinavê min de hişt.”

‘DIVÊ ÎXANETKAR BÊN CEZAKIRIN’

Êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ji bo şehîdxistina welatî û pêşengan rojane didomin. Koordînat û agahî bi rêya xayîn û sîxuran ji MÎT`ê re tên dayîn û di encamê de bi taybet di demên dawîn de hejmareke kesayetên welatparêz û pêşengên vê şoreşê di wan êrişan de şehîd bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 31`ê Tîrmehê de li dijî ajan û nokeran encamên 'Operasyona Sondê' eşkere kirine û 36 kesên li seranserê herêmê sîxurtî dikirin, girtin.

Birayê Bawer Iniz, Hêz Iniz der barê oerasyona QSD`ê de ev tişt gotin: “Divê kesên ku îxanetê dikin û bi MÎT`ê re kar dikin, li çerxerêyan bên darvekirin.”

ANHA