Pêkhateyên Minbicê: Bi rizgarkirinê re qonaxa vejînê dest pê kir

Pêkhateyên bajarê Minbicê diyar kir ku bi rizgarkirina bajarê wan ji çeteyên DAIŞ, serdema tarî bi dawî bû û bi saya projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk, qonaxeke vejandinê dest pê kir.

Pêkhateyên Minbicê: Bi rizgarkirinê re qonaxa vejînê dest pê kir
19 tebax, 2022   04:36
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Ji pêkhateya Çerkes welatiya bi navê Sena Recep got: "Roja ku rizgarkirina bajarê me ji çeteyên DAIŞ'ê hate ragihandin mîna berbangekê bû ku rêya me û rêya tevahî mirovahiyê ronî kir."

Sena Recep wiha axaftina xwe dewam kir: "Dema çeteyên DAIŞ herêm dagir kir, me rojên pir nexweş û zehmet derbas dikirin, nexasim em pêkhateya Çerkes. Me gelekî li hemberî DAIŞ şer kir, lê dîsa jî cilên reş û laçik li ser me ferz kir, bi wê re armanc dikir me koçber bike û azadiya me jî biçewisîne."

Sena Recep îşaret pê kir ku hebûna çeteyên DAIŞ li Minbicê li ser gel û bi taybet jinan xeteriyeke mezin e û diyar kir ku DAIŞ xwest hevgirtina civakî ya Minbic derbe bike û zextê li ser pêkhateyên wê çêke ku çanda wan tune bike û wan parçe bike.

Sena îşaret bi rola QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir ku bajarê wan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û got: "Serdema reş bi dawî bû û qonaxa vejînê dest pê kir, di heman demê de kar û xebata hevbeş a di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de pêk hat."

Wetatiyê bi navê  Omer Mehmûd ê ji pêkhateya Kurd axivî û got: "Dema çeteyên DAIŞ`ê ketin bajarê me, dixwestin şer jinan bikin û nasnameya çandî ya bajêr tune bikin. Her wiha şaristaniya wê ya ji beriya hezaran sal ve qir bikin û hevgirtina pêkhateyên wê ku ji mêj ve ye xirab bikin."

Omer destnîşan kir ku Minbic ji bo DAIŞ stratejîk bû ji ber ku sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji bo veguhestina çek û çeteyan bi kar dianî û wiha dewam kir: " 15`ê Tebaxa 2016`an roja xelasiya ji çeteyên DAIŞ û ji kiryarên wê bû ku ji cîhanê tevdî re eşkere bûbûn re, ji wan serjêkirin û recimkirin ji xwe ev hemû jî bi piştgiriya dewleta Tirk pêk dihat."

Omer anî ziman ku niha di rewşeke aram de ne û bi xwe karên xwe bi rêve dibin, di heman demê de di çarçoveya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de hemû pêkhate yek dest in.

Ji pêkhateya Ereb Reşa Salan got: "Çeteyên DAIŞ tevlihevî li herêmê derxistin û şopên reş û tarî li pey xwe hiştin. Êdî em nikarin zilim, serjêkirin û recimkirina jinan û firotina wan, her wiha gorên komî ku li bajêr hatin dîtin, ji bîr bikin ku ev jî isbata hovîtiya wan dike."

Reşa Salan diyar kir ku piştî bajêr ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokaratîk û saziyên wê de roleke pêşeng list û tev li qadên siyasî û leşkerî jî bû.

Reşa Salan got bi saya şehîdan ew bi aramî dijîn û her sal 15`ê Tebaxê salvegera rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ pîroz dikin.

(eh)

ANHA