ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2022
18 tebax, 2022   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirekr, daxuyaniyekê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kombenda Efrîn a Civakî civînekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di salvegera yekemîn de, şehîd Sosin Bîrhat û Rênas û hevalên wan li Til Temirê tên bibîranîn, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şoreşên gelan bi ciwanan geş û mezin dibin, yên ku hêza dînamîk a civakan in. Şoreşa Rojava bi pêşengiya ciwanan dest pê kir û bi hêza ciwanan dewam dike. Pakrewanên welat jî di oxira azadiyê de bi xwîna xwe destanên lehengiyê dinivîsin û mohra xwe li şoreşê dixin. Şehîd Bawer Iniz jî yek ji wan pakrewanan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên ereban ên Sûriyê negirtina qeda hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên navneteweyî spartin berjewendiyên siyasî û aborî û armancên welatên endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ve girê didin. Her wiha gotin, girtina qada hewayî ji bo parastina herêmê dê bibe alîkar, aloziya welat çareser bike û dawî li dagirkeriyê bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên pêşeng û fermandar ên ku li şûna cîhanê şerê çeteyan kirine û ew têk birine, nesekinîne. Dewleta Tirk a dagirker ji hêza jinan ditirse ku gelek serkeftî bi dest xistine û di domandina xeta têkoşînê de bi israr in, ji ber vê yekê bê navber jinan dike hedef. (BI WÊNE).

- Piştî civîna Soçiyê ya di navbera serokkomarê dewleta Tirk a dagirker û serokê Rûsyayê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Axaftin hene ku hewldanên Rûsya hene ku lihevkirina "Edene" ya sererstkirî di navbera Şam û Enqere de pêk bîne. Siyasetmedarê sûrî Xiyas Neîse anî ziman ku armanc ji vê lihevkirinê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE).

- Kesayetê welatparêz Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê vejîneke nû ji bo dîrok û çanda kurdî afirand û Kurd derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê kir. Saroxan diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê giyanê xwe yê berxwedanê ji Pêngava 15'ê Tebaxê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Minbicê diyar kir ku bi rizgarkirina bajarê wan ji çeteyên DAIŞ, serdema tarî bi dawî bû û bi saya projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk, qonaxeke vejandinê dest pê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- ENKS û bi taybet jî Ebdulhekîm Beşar bi kordîneya dewleta Tirk a dagirker re hewl dide malbatên li kampên Başûrê Kurdistanê rêkin Efrînê û zarokên wan jî tevlî çeteyan bikin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Gelek caran em li ser dijminahiya serokê rejîma Tirk Recep Tayyîp Erdogan û siyasetên rejîma wî ya faşîst û ya dijberî têkoşîna jinên azad û mafên wan, dinivîsin. Pirî caran jî em qala diyardeya tundiyê û sûcên kuştinê yên li dijî jinên li Tirkiyê dikin. Di gelek boneyan de em tekez dikin ku kiryar û siyasetên şaş û yên derexlaqî yên rejîma Erdogan li dijî jinan li Tirkiyê û nebûna azadiya siyasî, sedema yekem û sereke ye ku jin rastî tundiyê û binpêkirinên mafên mirovan tên.

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

-Ji Xeza heta Lubnanê operasyonên leşkerî yên dawî yên Îsraîlê xwedî armanc û peymanên cûda bûn.

-Li gel îsrara Îranê ya li ser daxwaza xwe ya têkildarî peymana nûkleerî, çavdêr çareserkirina nakokiyên Îran û DYA'yê de dûr dixin, nakokiyên herdu aliyan dosyaya nûkleerî derbas bûne ku bûne dosyayên herêmî.

ANHA