​​​​​​​Di nava hefteyekê 20 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve di nava hefteyekê de zêdetirî 20  welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin.

​​​​​​​Di nava hefteyekê 20 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin
18 tebax, 2022   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava hefteya borî de zêdetir 20 welatiyên Kurd li bajarên Sine, Bokan, Mehabat û Miyandwaw yên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku heta niha sedema girtina wan nayê zanîn û çarenivîsa wan nediyar e.