Xiyas Neîse: Armanca lihevkirina 'Edene ya nûjenkirî' têkbirina Rêveberiya Xweser e

Piştî civîna Soçiyê ya di navbera serokkomarê dewleta Tirk a dagirker û serokê Rûsyayê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Gotegot hene ku Rûsya hewl dide Lihevkirina Edeneyê ya nûjenkirî di navbera Şam û Enqereyê de pêk bîne. Siyasetmedarê sûrî Xiyas Neîse anî ziman ku armanc ji vê lihevkirinê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Xiyas Neîse: Armanca lihevkirina 'Edene ya nûjenkirî' têkbirina Rêveberiya Xweser e
19 tebax, 2022   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN- LÎLAV DÊWANÎ

Piştî civîna Soçiyê ya di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan de ku di 5’ê Tebaxê de pêk hatibû, dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên bi çek, fuze û topan êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Di encama van êrişan de bi dehan welatî, şervan û fermandarên QSD'ê şehîd û birîndar bûn.

Di destpêka Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker gefên pêkanîna êrişên berfireh ên dagirkirinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Bûyerên ku piştî civînên Soçî û Tehranê li Bakur û Rojhilatê Sûriy rû dan, piştrast dikin ku lihevkirin û stratejiyên nû hene ku destûrê dide Tirkiyê da ku êrişên hewayî li ser herêmê pêk bîne.

Koordînatorê giştî yê Tevgera Çepgir a Şoreşgerî ya Sûriyê Dr. Xiyas Neîse ev mijar ji ajansa me re nirxand.

Xiyas Neîse got: "Li gorî mercên navneteweyî û nakokiyên di navbera Rûsya û hevalbendên wê de li aliyekî û DYA û hevalbendên wê de li aliyekî din, her du alî hewl didin Tirkiyê wekî dewleteke herêmî mezin di NATO'yê û aliyekî herêmî çalak e, bikişînin aliyê xwe. Ji ber vê yekê her du aliyên bi nakok dibînin ku ji wan tê xwestin ku tawîzan bidin Tirkiyê."

Xiyas Neîse destnîşan kir ku Rûsya û DYA'yê naxwazin Tirkiyê operasyoneke leşkerî ya bejahî ya fireh li Sûriyê pêk bîne û sedema vê yekê ew e ku mîna vê operasyonê dê stratejiya rêvebirina nakokiyan a di navbera Rûsya û DYA'yê de tev lihev bike, nemaze ku herdu alî xwedî hêzên leşkerî li ser xaka Sûriyê ne.

Xiyas Neîse îşaret pê kir ku civîna Soçiyê ya dawî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de hate lidarxistin da ku îsbat bikin ku li ser rêgirtina li ber operasyoneke berfireh li hev kirine, lê erêkirina êrişên bi balafirên bê mirov û topbarana domdar li vir û wî alî de werbigire. Xiyas Neîse wiha domand: "Ev ji aliyê Rûsyayê û Amerîka ve hatiye erêkirin. Delîlê vê yekê ew e ku hêzên Amerîkayê gelek dronên ku komên bi navê Mexawîr Sewra li herêma Tenefê  avêtin, xistin xwarin, lê hêzên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destûr didin dronên Tirkiyê ku çawa û kengî biwaze tev bigire bêyî ku wê asteng bike."

Neîse îşaret bi vê rewşê kir û got, gelekî xeter e û divê li hemberî wê were sekinandin û wiha pê de çû: “Ev rewş xeter e, divê li hemberî wê were sekinandin, li ser esasê ku hûn me neparêzin em we naparêzin tê kirin. Ya herî girîng divê çekên guncaw li cem me hebin da ku li hemberî mîna van cûre çekan bisekinin, her wiha tedbîqatên siyasî pêwîst e da ku bihêle hin aliyên bi bandor ên herêmî û navneteweyî fam bikin ku berjewendiyên wan di sekna li hemberî êrişên domdar ên Tirkiyê yên li ser gel û xaka Sûriyê de hene. Rewşa heyî diyar dike ku hêza leşkerî ya yekane ya ku xaka Sûriyê û sînorê wê diparêze QSD'ê ye. Lê rejîm çavê xwe li êrişên Tirkiyê û Îsraîlê digire. Belê niha kî parêzvanê rasteqîn ê xaka Sûriyê, serdestî û gelê wê ye? Destpêkê QSD ye."

LIHEVKIRINÊN SIYASÎ Û ABORÎ

Di civîna li Soçiyê de dosyaya Sûriyê, gefên Tirkiyê yên pêkanîna êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dosyaya Ukraynayê û rêbazên xurtkirina têkiliyên her du aliyan rojevên sereke bûn.

Di daxuyaniya civîna her du serokan de hate gotin "Di çarçoveya vê lihevkirinê de, lîderan li ser mijarên di rojeva têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê de şêwirên berfireh kirin; zêdekirina qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de li gorî armancên diyarkirî û li ser bingeheke hevseng; di çarçoveya hevdîtinê de di warê aborî û enerjiyê de hêviyên her du welatan ji hev bi cih anîn. Li ser mijarên ku ev demeke dirêj e di rojeva her du welatan de ne, di warên çûn û hatin, bazirganî, çandinî, pîşesazî, darayî, turîzm û avahîsaziyê de, li hev kirin ku ji bo xurtkirina hevkariyê gavên berbiçav biavêjin."

Pêwîstiya her du dewletan pê heye ku di dosyaya aborî de alîkariya hev bidin. Tirkiyê ji bo Rûsya wekî nefesa yekane ye, nemaze li gel cezayên aborî ku ji ber tevgera wê ya li Ukraynayê hatine ferzkrin. Di heman demê de pêwîstiya Tirkiyê bi îstîsmarên Rûsyayê heye.

Têkildarî dosyaya Ukraynayê, Tirkiye hewl dide bê alî be, tevî ku endameke NATO'yê ye, lê tevgera leşkerî ya Rûsya a li Ukraynayê wêneya ku Tirkiyê ji xwe re dixwaze ku wekî aliyekî jeosiyasî aktîv nîşan bide, vegerand.

22'yê Tîrmeha borî, Moskov û Kîev li Stenbolê peymanek bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî îmze kir ku rê dide Ukraynayê ku ji nû ve benderên xwe yên Deryaya Reş ji bo hinartina genim veke.

'EDENE' Û BAZARÊN RÛSYA-TIRKIYÊ

Têkildarî dosyaya Sûriyê, tê gotin li hewldanên Rûsya hene ku Lihevkirina Edeneyê ya ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk di sala 1998'an de îmze kiribûn, zindî bike da ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û rêveberiyê neçar bike ku tawîzan bike hikumeta Şamê.

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku hevpêşeyî wî Vladîmîr Pûtîn di hevdîtinên Soçiyê de çareseriya krîzê bi hevkariya hikumeta Şamê pêşkêşî wî kiriye.

Erdogan di dema vegera ji Soçiyê de bersiva pirsên rojnamevanên pê re da got ku Pûtîn jê re gotiye ku çareseriya krîza Sûriyê bi hevkariya hikumeta Şamê dê baştir be û wî jî bersiv da ku dezgeha îstixbarata Tirkiyê bi îstîxbarata Sûriyê re bi van mijaran re mijûl dibe "lê mesele bidestxistina encaman e."

Rojnameya Eşerq El Ewset ragihand ku yek ji xalên danûstandinên Soçiyê, rêze civînên ewlekarî yên di asta bilind de werin lidarxistin, ku berpirsên hikumeta Şamê û hevkarên wan deweleta Tirkiyê li Moskowê li hev kom dikin. Ji bilî wê erêkirina operasyoneke leşkerî ya bisînor a Tirkiyê li herêma Til Rifetê were dayîn, Lihevkirina Edeneyê li ser maseya diyalogan hebe, her wiha xebat ji bo îmzekirina peymana Edene ya nûjenkirî were kirin da ku hevkariya siyasî ya pêşerojê de misoger bike.

20'ê Cotmeha 1998'an de Enqere û Şamê "Lihevkirina Edeneyê" îmze kirin. Ev yek piştî ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li ser sînorê di navbera xwe û Sûriyê de kom kir û gefa pêkanîna êrişan xwar, pêk hat.

Ji bendên vê lihevkirinê, rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê were derxistin, Tirkiyê 5 km derbasî xaka Sûriyê bibe da ku her çalakiyeke kurdî têk bibe û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike. Tirkiyê ve yek kir da ku xaka Sûriyê dagir bike ku bi destpêka aloziya Sûriyê de eşkere bû.

Xiyas Neîse li ser vê lihevkirinê wiha got: "Hewldana vejandina Lihevkirina Edeneyê û berfirehkirina wê, derfetên aborî yên Rûsyê ji bo Tirkiyê ya ku di nava aloziya aborî de ye, her wiha vexwendina Pûtîn ji bo Erdogan ku bi rejîma Sûriyê re dan û standinan bike, ev hemû dikevin çarçoveya rêxistinkirina têkiliyên di navbera herdu aliyan li Sûriyê û xurtkirina tevgeriya wan di qada navneteweyî de ye. Nemaze ku şerê li Ukraynayê roleke balkêş mîna navbeynkar da Tirkiyê ku Rûsya û Amerîkayê sûdê jê digirin. Lihevkirina Edeneyê bazareke ku Rûsya hewl dide bi rêya wê tiştên ku rejîma Erdogan di aliyê aborî de li Sûriyê razî dike, pêşkêş dike, li beramberî ku helwesta wê li hemberî Tirkiyê bê alî û ne dijminatî be.

Li beramberî wê pêwîstiya Tiriyê bi Rûsya heye da ku wê ji aloziya siyasî û aborî derxîne, nemaze ku rejîma Erdogan di aloziya baweriya bi DYA û Rojava bi giştî de, bi taybet piştî hewldanên derbeya binkeftî ya sala 2016'an. Ev bazar bi teqez wê bandorê li projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

'DIVÊ STRATEJIYEKE SIYASÎ Û LEŞKERÎ WERE DANÎN'

Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çepgir a Şoreşger Dr. Xiyas Neîse diyar kir ku ji bo derbaskirina xeteriyên li ser herêmê pêwîstî bi danîna stratejiyekê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev stratejîk tedbîqatên siyasî yn afrîner û zîrek pêwîst dike da ku ji pencên talankerên navneteweyî, herêmî û xwecihî rizgar bibin. Her wiha li herêmên Rêveberiya Xweser û gelemperiya Sûriyê pêwîst xurtirina hêza gel û siyasî heye, ji wê zêdetir divê amadekariyên berxwedanê yên leşkerî hebin da ku ne Tirkiyê û ne êrişkarên din karibin, bi ser bikevin."

(bb)

ANHA