​​​​​​​Li Efganistanê teqîn; bi dehan kuştî û birîndar hene

Di encama teqîna li mizgefteke li rojavayê paytexta Kabûlê de 21 kes hatin kuştin û 33 jî birîndar bûn. Her wiha DAIŞ´ê îro mizgefteke şîeyan li bakurê Efganistanê teqand, di encamê de bi dehan kes hatin kuştin.

​​​​​​​Li Efganistanê teqîn; bi dehan kuştî û birîndar hene
18 tebax, 2022   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP´ê di encama teqîna duh a di mizgefteke li Kabûlê de û li gorî daxuyaniya polîsan, 21 kes hatine kuştin.

Berdevkê polîsên Efganistanê Xelîl Zedran bi daxuyaniyekê got: "Duh di mizgeftekê de teqînek çêbû. Di encamê de 21 welatiyên me şehîd bûn û 33 jî birîndar bûn."

Her wiha DAIŞ'ê berpirsiya teqîna ku îro li mizgefteke şîeyan a li bajarê Mezarî Şerîf ê li bakurê Efganistanê, girt ser xwe. Li gorî rayedarekî tevgera Talîbanê û polîsên herêmî, di teqînê de herî kêm 10 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.