​​​​​​​Rêya Hesekê-Qamişloyê hate qîrkirin

Di çarçoveya plansaziya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser de, rêya di navbera kantonên Hesekê û Qamişlo de hate qîrkirin.

​​​​​​​Rêya Hesekê-Qamişloyê hate qîrkirin
18 tebax, 2022   11:13
QAMIŞLO

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qasî 16 km rêya di navbera gundê Beko yê li bakurê Hesekê û rêya navneteweyî qîr kir.

Desteyê dest bi qonaxa yekemîn a projeyê kir ku ew jî rakirina qîra berê ye.

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser di çarçoveya plansaziya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya sererastkirina rêyên navendî de ku barên şaredariyên gel sivik bibe, projeya sererastkirina rêyan dane destpêkirin.

(eh)

ANHA