Meclisa Kantona Efrînê: Bêdengiya li hember êrişan hevkarî ye

Meclisa Kantona Efrînê diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kobanê ji bo tolrakirina DAIŞ`ê ye. Meclisê, hêzên garantor ên li herêmê wek berpirsên van êrişan nîşan da û bang li Kurd û dostê wan ên li derveyî welat kir ku xwedî li Kobanê derkevin.

Meclisa Kantona Efrînê: Bêdengiya li hember êrişan hevkarî ye
18 tebax, 2022   11:09
ŞEHBA

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne. Herî dawî di 16`ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê û gundên rojhilat û rojavayê bajêr topbaran kirin, di encamê de zarekekî 14 salî şehîd bû û 5 welatî ku yek ji wan jin bû birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, Meclisa Kantona Efrînê li Kampa Serdem bi amadebûna bi dehan endamên sazî û meclisên li herêmê û şêniyên herêma Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla cîgirê heserokiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Remedan û bi zimanê Erebî jî endama Meclisa Kantona Efrînê Arîn Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo Kurd nebin xwedî statu, dewleta Tirk a dagirker li dijî wan gelek komkujî pêk anîn, ku mînakên wê di dîrokê de gelek in wekî Komkujiya Geliyê Zîlan, Maraş, Roboskî û hate gotin: "Vaye bêtirî çar salan li Efrînê qirkirin û guhartina demografîk bı awayekî sîstematîk dide meşandin."

 Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber ku gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema xwe ya xweseriyê ava kiriye û xwe bi xwe bi rê ve dibin, dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan gefan li Rêveberiya Xweser dixwe û dixweze bi dagirkirina herêmên din xeyalên xwe yên Osmanî vegerîne.

Daxuyaniyê wiha dwam kir: "Ji ber ku Kobanê destpêka têkbirina terora DAIŞ`ê bû û pê re pişta Erdogan şikest, Erdogan îro dixweze tola DAIŞ`ê ji Kobanê, kobaniyan û Rêveberiya Xweser hilîne. Ji ber wê Erdogan ê xwînmij har û dîn bûye û rojane êrîşên hawayî li ser gelên sivîl pêk tine. Herî dawîn jî êrîşên xwe li ser Kobanê û Amûdê û hin deverên din pêk anîn û di encamê de gelek sivîl di nav de zarok hatin şehîdxistin û gelek birîndar çêbûn."

Meclisa Kantona Efrînê di daxuyaniya xwe de her wiha bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên garantor wekî Rûsya û Amerîka şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya wan tê wateya hevkariya van êrişan.

Meclisê bang li gelê herêmê û gelê Kurd ê li derveyî welat kirk u li dora Kobanê û Rêveberiya Xweser xwe bikin xelek û hemû kolan û qadan bikin qadên çalakiyan da zextê bikin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Meclisê wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: "Banga me ji gelê me re ku têkoşînê li hember dagirkeriyê bilind bikin û şerê gelê şoreşgerî bikin rêbaza jiyaneke azad."

ANHA