ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-8-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-8-2022`YAN
17 tebax, 2022   23:00

Çalakiya Konvedanê ya ku HPC`ê bi koordîneya Kongra Star li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê li dar xistiye, berdewam dike, îro şêniyên Hesekê tev li çalakiyê dibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi ax û gelê xwe ve girêdayî bû. Ji bo rizgarkirina her duyan û parastina wan, tê koşiya. Ala azadiyê li rex hevalên xwe li hember dijmin hilda heta ku gihaşt asta şehadetê. Asîmanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ronî kir. Şehîd Mihyedîn Gulo mînaka şervanê şoreşger bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên ji navçeya Amûdê da zanîn ku bi erka welatpareziyê dê êriş û planên dagirkeran têk bibin û got “Welat bê berdêl nabe, dê şehîd jî çêbin û em ê berdêlên giran jî bidin ku em bikarin welatê xwe biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Emîne Osê êrişên dagirkeriya Tirk ên dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: “Ev êriş tên wateya ragihandina şer, divê civata navneteweyî li encamên van êrişan bi awayekî cidî binêrin. Êrişên dewleta Tirk ên dawî me neçar dikin ku em bersivê bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor û analîzvanên ereb û kurd pêwîstiya avakirina hevbendiyekê di navbera kurd û ereban de destnîşan kir da ku herêmê ji dagirkeriya Tirk biparêzin û rê li pêşiya mudaxeleyên hêzên herêmî û mêtinger ên rojavayî bigirin.

Rûspiyê eşîra El Ubeydat a li Dêrazorê êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku gelê herêmê dest ji destkeftiyên xwe bernade û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li kêleka QSD’ê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku ji ber ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikarin alavên ji bo sererastkirina stasyona Siwêdiyê dabîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Birîndarên şer li Dêrazorê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: "Li dijî DAIŞ me parçeyên laşên xwe feda kirin û em ê di oxira parastina xak û gelê xwe de rihê xwe jî bidin. Banga me ew e ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

Amadekariyên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Ciwanan diyar kir ku heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê nesekinin û got “Armanc parçekirina hevgirtina gelan û tunekirina xwesteka wan a azadiyê ye, divê ciwan jî li gorî berjewendiyên gelê xwe tev bigerin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)