Birîndarên şer ên Dêrazorê: Em destgirêdayî namînin, em ê bersiva dagirkeriya Tirk bidin

Birîndarên şer li Dêrazorê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: "Li dijî DAIŞ me parçeyên laşên xwe feda kirin û em ê di oxira parastina xak û gelê xwe de rihê xwe jî bidin. Banga me ew e ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin."

Birîndarên şer ên Dêrazorê: Em destgirêdayî namînin, em ê bersiva dagirkeriya Tirk bidin
18 tebax, 2022   06:09
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Hemwextî ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev êrişên bi armanca dagirkirina xaka wan red kirin. Gelê herêmê jî li dijî van êrişan heta mîsogerkirina serkeftinê soza hevgirtinê da.

Têkildarî mijarê yek ji birîndarên şer û endamê rêveber ê Mala Birîndaran a Dêrazor Seyf El Esker ji ajansê re axivî û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

El Esker diyar kir ku ew naxwazin dijminatiyê bi tu kesî re bikin û dijminatiya tu kesî jî qebûl nakin û wiha dewam kir: "Em hêzên aştîxwaz in û dixwazin ewle bijîn. Li dijî Erdoganê faşîst û çeteyên wî ruxmî em birîndar in, lê em ê li eniyên pêş piştgiriya QSD`ê, xak û gelê xwe bikin."

El Esker wiha axaftina xwe dewam kir: "Em birîndarên şer in, gelek kes guman dikin ku em nikarin parastina xaka xwe bikin. Lê li dijî DAIŞ me parçeyên laşên xwe da û herêmên xwe rizgar kirin. Niha jî em ê li dijî dijminê gefan li herêmên me dixwe çekê rakin û li hemberî dagirkeriya Tirk ku li beramberî herêmên me çete û balafirên xwe bi kar tîne, bê deng nemînin."

El Esker bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire, her wiha bang li çi kesên bi wîjdan û dewletên cîhanî, erebî û herêmî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin.

El Esker da zanîn ku ew rê nadin dewleta Tirk ku herêmên wan dagir bike û împerastoriya Osmanî zindî bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi rastî destwerdana Tirk, destwerdana DAIŞ`ê ye ji ber ku ev her du du rûyê diravekî ne."

Endamê Mala Birîndaran û yek ji birîndarên li Dêrazorê Rakan Ehmed axivî û got: "Armanca dewleta Tirk ji êrişên ku pêk tîne, aramiya herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe ji ber ku piştî rizgarkirina wan ji DAIŞ, ev herêm ewle bûn."

Rakan Ehmed anî ziman ku wan li hember rêxistina herî terorîst li cîhanê yanî DAIŞ`ê şer kir ku li ser cîhanî bi giştî xeter bû û wiha pê de çû: “Me li ber xwe da. Bi saya fedakariyên şehîdan û hevgirtina pêkhateyên herêmê, me serkeftin pêk anî, DAIŞ tune kir û ji herêmê derxist.”

Rakan Ehmed destnîşan kir ku ew ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê deng nemînin û parastina xaka xwe bikin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em ê axa xwe biparêzin, ji bo parastina wê dê canê xwe jî feda bikin.”

(eh)

ANHA