​​​​​​​`Dê helwesta gel êrişên dagirkeriya Tirk, têk bibin`

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişlo hatiye lidarixistin, destnîşan kirin ku vîna gel dê hemû êrişên dagirkeriyê têk bibe.

​​​​​​​`Dê helwesta gel êrişên dagirkeriya Tirk, têk bibin`
17 tebax, 2022   13:52
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji bo şermezarkirina van êrişan, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi koordîneya Kongra Star di 12`ê Tebaxê de çalakiya konvedanê li pêşiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY ya li Qamişlo li dar xist.

Ev 6 roj in çalakî berdewam e. Her roj endamên saziyên herêmên Cizîrê tev li çalakiyê dikin û nerazîbûnên xwe li hember êrişan nîşan didin.

Îro endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamê rêveber ê PYD`ê şaxê Qamişlo Mesûd Dawûd axivî û sersaxî da malbatên şehîdan ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker a duh de şehîd bûbûn û got: “Ev helwesta gel dê hemû êrişan têk bibe.”

Her wiha endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Jiyan Silêman jî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca şikandina vîna gelên herêmê êrişên xwe zêde kirin û wiha domand: “Ew vîna jinan dike hedef, lê em bersivê didin ku vîna me naşike û dê heta dawiyê şopdarên şehîdan bin û destkeftiyên wan biparêzin.”

Li gorî bernameya çalakiyê tê payîn ku sibe şêniyên Hesekê tev lê bibin.

ANHA