Gundên rojavayê Kobanê bi çekên giran tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên rojavayê bajarê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Gundên rojavayê Kobanê bi çekên giran tên topbarankirin
17 tebax, 2022   12:38
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker gundên Zor Mixar, mezraya Ehmed Mûnîr û gundê Şêxler Jorîn yên rojavayê bajarê Kobanê topbaran dike.

Li gorî agahiyan heta niha zêdetirî 10 topan li herêmê ketine.

Gundên tên topbarankirin li serînorê bi Bakurê Kurdisanê re û li hember bajarê Cerablus ê dagirkirî ne.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê û gundên wê yên rojava û rojhilatê bajêr topbaran kiribû, di encamê de zarekekî 14 salî şehîd bû û 4 welatî birîndar bûbûn.

Topbaranê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.

(cx)

ANHA