Ji bin konê çalakiyê: Bi sekna xurt a gel wê êrişên dagirkeran vala derkevin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 6 roj in şêniyên herêma Cizîrê li pêşiya navenda NY`yê kon vedaye. Şêniyan di bin konê çalakiyê de got bi vîna gel wê hemû êrişên dagirkeran li vê herêmê jî bên têkbirin.

Ji bin konê çalakiyê: Bi sekna xurt a gel wê êrişên dagirkeran vala derkevin
17 tebax, 2022   12:21
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêserûber êrişî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Li dijî van êriş, hovîtî û bêhelwestiya hêzên navnetewî yên li herêmê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Kongra Star di 12`ê Tebaxê de çalakiyeke konvedanê li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY՛yê ya li Qamişlo li dar xist. Ev çalakî di roja 6՛an de berdewam dike. Her roj saziyên li herêmên Cizîrê beşdarî çalakiyê dibin û helwestên tund nîşan didin.

Di bin kon de wêneyên zarokên ku di encama êrişên dagirkeran de birîndar bûne, wêneyên şehîdan û alên Kongra Star, HPC û TEV-DEM`ê hatine daliqandin.

Îro jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî çalakiyê bûn.

Axaftina destpêkê ya çalakiya konvedanê ji aliyê endamê rêveber ê PYD`ê şaxê bajarê Qamişlo Mesûd Dawûd ve hat kirin. Dawûd di serî de ji malbatên welatiyên ku duh di encama êrişan de şehîd bûne re sersaxî xwest û der barê armanca çalakiyê de anî ziman ku ev sekna gel hemû êrişan vala derdixe û wiha got: “Piştî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû êrişên xwe li ser herêmên me zêdetirîn kirin. Bi vê sekna gelê me, em ê dagirkeran li vê herêmê jî têk bibin.”

 Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Qamişlo Jiyan Silêman jî, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca şikandina vîna gelê herêmê êrişên xwe dijwar kirine û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk îradeya jinê armanc dike. Bersiva me ji dagirkeran re ew e ku îradeya me tu carî nayê şikandin. Em ê heya dawî li ser rêça şehîdan bimeşin û xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin.”

Li gorî bernameya çalakiyê tê payîn ku sibe welatiyên Hesekê û Komîteya Dîplomasî ya Hesekê beşdarî çalakiya konvedanê bibin.

(hh)

ANHA