F.HR.SY`ê êrişên dagirkeriya Tirk ên berdewam li ser herêmê şermezar kirin

F.HR.SY`ê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin û banga  rawestandina êrişên rojane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişîna bêşert a hêzên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ji hemû xaka Sûriyê, kir.

F.HR.SY`ê êrişên dagirkeriya Tirk ên berdewam li ser herêmê şermezar kirin
17 tebax, 2022   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan (F.HR.SY) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Em êrişên bênavber ên hovane yên dewleta Tirk li ser şêniyên me yên Kobanê, Zirgan, Til Temir, Girê Spî, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Minbic, Efrîn, Til Rifet û Amûdê şermezar dikin.

Federaliya Sûriyê ya rêxistin, desteyên mafên mirovan û desteyên têkildarî parastina mafên mirovan li Sûriyê bi fikar û hêrseke mezin agahiyên li ser êrişên bênavber ên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê wergirtin. Herî dewî jî 16`ê Tebaxa 2022՛an de bû. Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de hemû cureyên çekên asîmanî, çekên giran wekî topavêj, doçka, moşek û balafirên bêmirov ên biçek li seranserî sînorê Sûriye-Tirkiyê bi kar anîn.

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê, di encama êrişên dewleta Tirk a terorîst û hevkarê wê yên muxalefeta Sûriyê ya çekdar de gelek welatiyên sûrî hatin qetilkirin, birîndar bûn ku rewşa hinekan ji wan giran e. Her wiha di encama vê êrişa bêserûber de nêzî 16 leşkerên artêşa hikumetê hatin qetilkirin. Li kêlek wê jî, şewat li herêmên hatin topbarankirin çêbû, zirarên mezin bi avahî, nexweşxaneya Kobanê de û gelek dikan û erebeyan de çêbûn. Ew jî ji ber dijwariya topbaranê û hêza teqînan.

Em Federaliya Sûriyê ya rêxistin, desteyên mafên mirovan, rêxistin û desteyên têkildarî parastina mafên mirovan li Sûriyê sersaxiya ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em êrişên li ser serwerî, xak û welatiyên Sûriyê şermezar dikin.

Ev sûcê berdewam wekî temamkirina tundiyê û sûcên hov ên bi awayekî hovane li dijî hemû welatiyên sûrî pêk tên, dibînin. Em careke din metirsiyên xwe li ser welatiyên Sûriyê ku dibin qurbanên şer û tesfiyekirina hesabên navneteweyî li ser xaka Sûriyê, nîşan didin. Ji ber ku tenê berdêla wan sûrî didin. Ev dijminatiya eşkere li dijî Sûriyê û welatiyên wê sûcekî dermirovî ye û dikeve xana sûcên navneteweyî û divê sûcdar werin cezakirin. Her wiha bang li civaka naneteweyî dikin li hember van sûc û binpêkirinên li dijî welatiyên sûrî bi erka xwe ya rabin û sûcdaran ceza bikin.

Ji bona wê em bang li NY՛yê, endamên dayîm ên Konseya Ewlekariyê ya NY`yê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan dikin û wiha dibêjin:

1- Divê zexteke cidî û aktîf li ser hikumeta Tirkiyê ya dagirker bikin, da ku êrişên xwe yên rojane yên li dijî bakurê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

2- Bêyî şert, divê hêzên dewleta Tirk û hevkarên pê re yekser ji tevahî xaka bakur û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagir kirine, vekişin.

3- Xeteriyên dagirkeriya Tirk û êrişên wê û encamên êrişên wê yên leşkerî û binpêkirinên li dijî welatiyên sûrî, koçberkirina wan û xeteriyên li ser mirovan eşkere bikin.

4- Li ser hikumeta Tirkiyê û çekdarên sûrî yên hevkarên wê zextê bikin ku armanckirina welatiyan, dêr, perestgeh, mal û milkên taybet û giştî bi dawî bike, darên zeytûn û darên biberhem nebire, berhmên çandiniyê talan neke.

5- Bi tevkariya nûnerên Federaliya Sûriyê ya Mafên Mirovan, rêxistina parastina mafên mirovan û mafên jinan li Sûriyê dikin, komîteyeke lêpirsinê ya serbixwe û bêalî û dirust were avakirin da ku hemû sûcên ji dema destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê û heta niha ve hatine kirin û tên kirin, werin eşkerekirin û werin darizandin û ceza kirin.

6- Divê bang li rêxistinên hiqûqî û sivîl yên Sûriyê were kirin ku hevkariyê ji bo belgekirina hemû sûcên dermirovî bikin ku hêzên dewleta Tirk ji dema êrişên xwe û heta niha ve pêk tîne. Bi wê re dosyayeke qanûnî were amadekirin, da ku hemû sûcdar bên cezakirin, çi Tirk dibe çi jî sûriyên bi wan re hevkar in dibe. Ji ber ku ev sûc dikevin xana sûcên dermirovî û divê sûcdar radestî dadgehên cinayetan ên navneteweyî û dadgeha Edaletê ya navneteweyî bên kirin.

7- Divê bang li deste û saziyên navneteweyî yên têkildar were kirin ku pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî ji hemû bajar û gundên bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberan re werin peydakirin.

8- Divê tevahî gel û hiqûqnasên ji hemû pêkhateyên resen ên ji bajar û gundên bakurê Sûriyê ji bo sekna li hember xeteriyên zêde yên hêzên dagirker ên nîjadperest bixebitin û bi awayekî tund li hember hemû sûcên guhartina demografîk yên bi armanca berjewnediyên etnîkî û nijqadperestî were rawestandin.

(fr)