Jinan li Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin

Jinên navçeya Eyn Îsayê û şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bê deng neminin.

Jinan li Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
17 tebax, 2022   11:32
EYN ÎSA

Daxuyaniya ku ji aliyê berdevka Mala Jinan Zehra Osman ve hate xwendin, li pêşiya Mala Jinan a navçeya Eyn Îsayê hate dayîn û bi dehan jinên navçeya Eyn Îsayê û jinên koçber ên ji kantona Girê Spî lê amade bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navenda Kobanê û gundewarên wê hatin şermezarkirin.

Duh kantona Kobanê hatibû bombebarankirin û di encamê de zarokek şehîd bûbû û 4 welatiyên din jî birîndar bûbûn.

Jinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedanê, dilsoziya bi axê û nehiştina xaka xwe ji bo dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ku dixwazin bi bombaranê qada dagirkeriya xwe berfireh bikin û gel koçber bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku destwerdanê bikin û li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên herêmê bisekinin da ku dawî li rijandina xwînê bê ku ji ber bombebarana rojane ya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

ANHA