Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cuda û daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrişan şermezar kirin û banga ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê û bidawîkirina sûcên Tirkiyê kirin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
17 tebax, 2022   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê yên bi rêya tank, topavêj û keşfên biçek, bertekên gel zêde dibin. Di heman demê bêdengiya navneteweyî li hember van êrişan tê şermerzarkirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê tê kirin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y0Kqaa4tDaY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Îro bi sedan şêniyên bajarê Reqayê bi dirûşmeya "bila mirovahî li hember vê hovîtiya ku mirovahiyê dikuje, şerm bike" ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û banga ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê, xwepêşandan kirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya Parka Rêber Abdullah Ocalan ya li Reqayê dest pê kir. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Sûriya ya sûriyan e, ey dagirker derkevin" rakirin.

Li çerxerêya Panorama, xwepêşandan veguherî mitîngê. Li wir berdevak Kombûna Jinan a Zenûbiya Nisrîn El Hesen daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên li dijî herêmê hewl died îstiqrara herêmê xira bike, dewleta Osmanî vejîne û piştgiriyê bide komên terorîst ên wekî DAIŞ`ê û komên din ên çeteyan, pê re jî dixwaze projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku îradeya gelên herêmê tesmîl dike, ji holê rake.

Her wiha hat piştrastkirin ku hedefgirtina sivîlan û baregehên leşkerî bi balafirên bêmirov xeteriyê li ser aramî û ewlehiya herêmê çêdike, bandoreke neyînî li şerê li dijî DAIŞ`ê dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk bi taybet jinan hedef digire û hat gotin: "Ji ber ku jinan xeteriya herî mezin dibîne. Ji ber wê yekê fermandarên YPJ`ê Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr yên DAIŞ têk birin, şehîd xistin.

Wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgerên jinan ên herêmê, em ê bi roj û şev tê bikoşin. Em bêdengiya navneteweyî li hember bûyerên li herêmên me diqewimin û ferznekirina qedexeya hewayî, şermezar dikin. Em bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistinên mafên zarokan dikin ku li hember hedefgirtina jin û zarokan lêpirsînê vekin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê û piştevaniya gelê Kobanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dawî bû.

HESEKÊ

Şêniyên navçeya Til Temir jî li bajarokê El Xira yê herêma Çiyayê Kezwana "Çiyayê Ebdulezîz" çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de hevserokê Şaredariya Gel a Çiyayê Kezwana Ebduletîf Bedewiye daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser vê yekê ku gelên herêmê li hember berjewendiyên dewletan li Rojhilata Navîn bi gitşî û Sûriye bi taybet, bi rêya projeya xwe ya Rêveberiya Xweser, hêzên xwe yên leşkerî sekinîn û gotin: "Rêveberiya Xweser berhema Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye. Hêzên leşkerî yên herêmê (QSD) li şûna cîhanê li dijî DAIŞ`ê şer kirin û cografiya Sûriyê parastin. Projeya gelê herêmê û hêzên wan ên leşkerî li hember parçekirina civaka Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet sekinîn."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lihevkirina dawîn di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê di civîna Soçiyê de, ya bi erêkirina Îranê û çavgirtina Amerîkayê, şerekî nû bi rengekî din li dijî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

MINBIC

Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Minbicê û gundewarê wê jî bi daxuyaniyekê topbarana dagirkeriya Tirk li ser bajarê Kobanê şermezar kir. Endamê meclisê Nacî Eklê daxuyanî li pêşiya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku topbarankirina bajarê Kobanê û hedefgirtina tax û herêmên sivîlan, her wiha topbarankirina avahiya Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê, êrişkariyeke hov ya li dijî nirxên exlaqî û qanûnên navneteweyî ye.

Meclisê Edaletê ya Minbicê û gundewarê wê ev dijminahî şermezar kir û wekî djiminahiyeke leşkerî li ser serdestiya Sûriyê, ewlehiya axa wê û wekî gefekê li ser aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî hesiband. Her wiha wekî binpêkirina qanûna navneteweyî û qanûna mirovî ya navneteweyî, pîvanên cîrantiya baş, rêgez û pîvanên NY`yê û armancên wê, bi nav kir."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi erkên xwe rabin û hat gotin ku ev dijminahî xeteriya zindîkirina DAIŞ`ê bi xwe re tine.

EL CIRIN

Zarokên şehîdan ên navçeya El Cirin a girêdayî kantona Girê Spî bi heman armancê, daxuyaniyek dan. Daxuyanî li gundê Bîr Ereb ê girêdayî navçeyê ji aliyê zaroka bi navê Fatima Mislim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê ku tirsê di nava şêniyan de belav dikin û hedefgirtina gund û herêman bi çekên cuda, hatin şermezarkirin.

Duh (16`ê Tebaxê) gundên (Hewalik, Kopirlik, Bender Xan, Gultep, Exbaş, Mebiûca, Kor Hesen, Xirbet Beqer, Erîda, Sewan) ên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî hatin topbarankirin û zirarek madî di mal û milkên welatiyan de çêbû.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ev xak bi xwîna ciwanên xwe hatî avdan û mafê wan heye ku bi aramî û ewlehî li ser bijîn. Bêdengiya civaka navneteweyî li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî hat şermezarkirin.

Hat diyarkirin ku rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildarî mafên zarokan, bi dehan zarokên ji ber hovîtiya dagirkeran sêwî hatin hiştin û binpêkirina pîvan û peymanên navneteweyî ku mafên sereke yên welatiyan û mafên zarokan misoger dikin, paşguh dikin.

Bang li Rêxistina Mafên Zarokan jî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê rawestîne û jiyaneke bi ewle wekî zarokên cîhanê misoger bike.

(cx)

ANHA