​​​​​​​Di salvegera rizgarkirinê de; Minbic bi planên dagirkirinê re rû bi rû ye

Ji 6 salan ve projeya demokratîk a rêveberiya xweser li Minbicê di bin gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Pêkhateyên Minbicê diyar dikin ku ew ê bajarê xwe yê dîrokî biparêzin.

​​​​​​​Di salvegera rizgarkirinê de; Minbic bi planên dagirkirinê re rû bi rû ye
16 tebax, 2022   23:42
MINBIC

Rizgarkirina Minbicê rê li ber planên dewleta Tirk a dagirker ku bi rêya wekîlên xwe DAIŞ'ê destwerdanê di kûrahiya Sûriyê de bike, girt. Pêkhateyên Minbicê bi operasyoneke hevbeş bajarê xwe ji siyasetên herêmî yên qirêj rizgar kir û sîstemeke demokratîk ava kir.

Rizgaririna Minbicê serkeftineke stratejîk e, ji ber ku rêya herî girîng a di navbera "Paytexta xîlafetê" an ku Reqa û Tirkiyê û derveyê Sûriyê de girt. Her wiha qonaxeke dîrokî ya pir mezin di şerê bi beşdarbûna navneteweyî ya li hemberî xeteriya cîhanê de bû ku bi rûxandina "Paytexta DAIŞ" li Sûriyê û Iraqê encam da û di buhara 2019'an de li Baxozê ya Dêrazorê dawî li hebûnda DAIŞ'ê anî.

Minbic bi xeteriya dagirkirinê ya dewleta Tirk re rû bi rû ye. Tirkiyê hewl dide planên ku nikarîbû bi rêya DAIŞ'ê pêk bîne, bi cih bîne. Di vê çarçoveyê de çeteyên xwe kom dike, şerê îstîxbaratî û ragihandin li dijî Rêveberiya Xweser a Minbicê û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

TECRÛBEYA RÊVEBERIYA XWESER Û PROJEYA DEMOKRATÎK

Ji destpêka rizgarkirinê ve, bajar û gundewarê Minbicê xwedî mecliseke sivîl e ku di dawiya 2016'an de hate avakirin û piştî rizgarkirinê bermahiyên wêraniyê hatin rakirin, saziyên xizmetguzarî û ewlehî hatin aktîvkirin.

Meclisê di serî de, meclisên herêmî li gund, bajarok û taxan ava kirin ku gihiştin derdora 400 meclisî. Her wiha bi sedan koçberên ku ji herêmên şer reviyane hembêz kir û xizmet pêşkêşî wan kir.

Di destpêka 2017'an de an ku piştî salekê ji rizgarkirinê Minbicê ji DAIŞ, di çarçoveya berfirehkirina xebatên meclisê û beşdarkirina nûnerên ji hemû pêkhateyan de, Çerkez, Ereb, Kurd û Tirkmen rêveberiya sivîl bi meclisên xwe yên qanûnsaz, rêveber û dozgerî ava kirin.

Rêveberiya Sivîl ji hevserokatiyên meclisên navborî, komîteyên girêdayî wê "Tenduristî, Jin, Aborî, Ciwan û Werzîş, Parastin, Çand û Huner, Karûbarên Civakî û Xebatê, Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Perwerde, Hundirîn, Derve, Malbatên Şehîdan û Diravî" pêk tê.

'MINBIC CILÊ RENGÎN LI XWE KIRIYE'

Bi salvegera 6'an rizgarkirina bajarê Minbicê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo behsa rewşa herêmê, xebatên rêveberiyê yên di bin gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker de kir.

Şêxo di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa beriya dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Minbicê di sala 2014 û 2014'an de kir û got: "Sernavê qalind li Minbic û bajarên din ên ku DAIŞ'ê dagirkir kiribûn, rengê reş bû. Rengê reş di tevahî qada jiyanî de serwer bû, rewşa xizmetguzarî û rêxistinî hatibûn paşguhkirin. Mixabin ne DAIŞ û ne jî komên din ên çekdar girîngî nedidan rewşa welatiyan. DAIŞ hemû nîşaneyên jiyanî ji girtina dibistanan heta rewşa xizmetguzarî qedexekiribûn."

Şêxo bi domdarî got: "Minbic cilê rengîn bi rengên gulên jiyanî û bi bêhna xwîna şehîdan li xwe kir, bi saya keda zarokên wê rizgar bû, bi saya wan fedekariyên jiyan vegerand herêmê."

Şêxo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Rêveberiya Sivîl di nava 6 salan de û got, li gel wan welatî û dabînkirina jiyaneke azad ji bo hemû ferdên civakî di radeya yekemîn de ye û wiha axaftina xwe domand: "Piştî rizgarkirinê, me rihê civakî di navbera pêkhateyên bajar û gundewarê Minbicê de ava kir. Tê zanîn ku ev pêkhate di bin banê Rêveberiya Xweser de bi hev re bêyî pirsgirêk dijîn û rêzî ji adetên hev re digirin, berovajî rewşa di bin serweriya çeteyên DAIŞ'ê de. Pêkhateyên Minbicê bêyî cûdahî di nava rêveberiyê de kar dikin û me rewş vegerand xeta wî ya dirust."

Têkildarî beşdarbûna pêkhateyan di rêveberiyê de Mihemed Şêxo wiha got: "Li aliyekî din em li ser pêwîstiya beşdarkirina tevahî pêkhateyan di rêveberiya herêma Minbicê de û avakirina hevsengiyekê di vê mijarê de xebitîn. Di heman demê de beşdarbûna jinan a aktîv di hemû saziyên sivîl û leşkerî de gihaşt ji sedî 50."

'GEFÊN TIRKIYÊ BANDORÊ LI REWŞA ABORÎ DIKE, DIVÊ GEL JI FITNEYAN HIŞYAR BE'

Şêxo di dewama axaftina xwe de behsa gefên Tirkiyê kir û ev tişt anî ziman: "Bajarê Minbic û gundewarê wê di nava îstiqrar û ewlehiyeke mezin de ne, li beramberî vê gefên Tirkiyê bandorê li qada aborî ya herêmê dike. Pere, şirîket û tevgera sûkê bi gefên Tirkiyê bi bandor dibin. Ev yek bandorê li jiyana rojane ya welatiyan û qada aborî dike. Her wiha ev gef şaneyên veşartî yên li Minbicê ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, çalak dikin. Li vir em dikarin behsa rola lehengane ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin ku ewlehiya bajar diparêze û bi cidiyet şane û komên xerabker digire."

Mihemed Xêr Şêxo bang li şêniyên Minbicê kir ku ji hewldanên fitneyê hişyar bin û wiha domand: "Em şêniyên Minbicê mafê me ye ku em bijîn, xwe bi rêve bibin û xwe herêma xwe ji fitneyan biparêzin."

'DIVÊ EM BI QSD'Ê HEVGIRTÎ BIN Û WELATÊ XWE BIPARÊZIN'

Têkildarî helwest û rola eşîran di rêvebirina Minbicê de şêxê eşîra Benî Seîd li Minbicê, Îbrahîm Şilaş got: "Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, eşîre bi QSD'ê re bûn yek. Eşîr bû hêza aktîv di rizgarkirina herêmên din ên Sûriyê ji DAIŞ'ê de. Eşîr roleke mezin di saziyên rêveberiyê ji xizmeta welatiyan û jinûve avakirina herêmê de lîst. QSD'ê roleke mezin da eşîran."

Şêx Îbrahîm Şilaş diyar kir ku şêxên eşîran roleke mezin û aktîv di çareserkirina nakokî û pirsgirêkên ku di salên borî de derketin, list.

Der barê gefên domdar ên Tirkiyê yên li ser Minbicê de Îbrahîm Şilaş destnîşan kir ku ev gef li dijî gelemperiya Sûriyê ne û erk e ku li hemberî wê were sekinandin û welat, xak û rûmet werin parastin. Her wiha got: "Divê em bi QSD'ê re hevgirtî bin û welatê xwe biparêzin."

(bb)

ANHA