Birayê şehîd Xidir: Ew dilsozê axa xwe bû

Birayê şehîd Pîr Xidir, Pîr Dexîl têkildarî birayê xwe got: “Ew ji zaroktiya xwe ve welatparêzek bû û jiyana xwe bi têkoşînê borand, her tim xwest xizmeta civak, ax, çand û baweriya civaka xwe bike.”

Birayê şehîd Xidir: Ew dilsozê axa xwe bû
17 tebax, 2022   03:33
NAVNDA NÛÇEYAN- BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Tebaxa 2021’an de li dijî nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî û di encamê de 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) şehîd bûn. Di nav şehîdan de Xidir Şeref (Pîr Xidir) YBŞ`ê jî hebû. Birayê şehîd Pîr Xidir, Pîr Dexîl behsa zaroktî, xeyal û hêviyên birayê kir.

Pîr Dexîl anî ser ziman ku Xidir Şeref di sala 1987’an de ji dayik bûye û ev agahî dan: “Em ji mala Zero ne. Ew destpêkê zarokek tenê bû. Dayik û bavê min nedixwest ji malê dûr bixin, neşandin mektebê jî. Ji zaroktiya xwe ve şivantî dikir. Heya sala 2014’an jî şivantî kir. Wekî din karên rojane dikirin.”

Li gorî Pîr Dexîl anî ser ziman şehîd Xidir dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ne li Şengalê yê Başûrê Kurdistanê bûye û wiha got: “Piştî fermana 2014’an, xiyaneta PDK’ê çêbû û terka me kirin û çûn. Wê demê Pîr Xidir, roja 3’yê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê bû. Yan 4 yan jî 5’ê Tebaxê bû ku derbasî Rojava bûbû. Dema korîdora mirovî di navbera Şengal û Rojava de vebû, vegeriya Başûr. Bi qasî 10-15 rojan li Başûr ma û agahî da, got ez ê bêm, em malê xwe derbasî Rojava bikin. Em wê demê çûn Rojava. Min jê re got; tu li mal bî, zarokên te hene, tu zewicî yî. Ez ê vegerim Şengalê. Ez hatim û bo demekê rê hate girtin. Şehîd Xidir li Rojava li gel malbata xwe ma. Çawa rê vebû ew jî hat.”

‘GELEKÎ DIHATE HEZKIRIN’

Li gorî Pîr Dexîl tîne ziman, şehîd Pîr Xidir xwe di dilê dost û hevalên xwe de bi cih kiriye û wiha domand: “Hevalê Xidir rûken bû. Hem wî gelek ji hevalên xwe hez dikir, hem jî hevalên wî gelekî jê hez dikir. Min nebihîstîbû ku rojekê dilê hevalekî xwe hiştiye. Piştî sala 2017’an dema êriş li ser Qayê çêbûn ew jî birîndar bû. Wê deme jî êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê çêbûn, êriş birin ser çiya, ser Qayê û li ser gelek cihên din. Rûxmî ku birîndar bû, xwe ji têkoşînê dûr nexist. Ev ji hesteke kûr a welatparêziyê tê.”

Pîr Dexîl wiha berdewam kir: “Di nava civakê de, di nav eşîra Zero de jî pir dihate hezkirin, baweriyek mezin dabû avakirin. Bi çand, exlaqê xwe dihate naskirin. Me nedît rojekê yek jê gazinc kiribe, me nebihîst ku yek gotiye Pîr Xidir ev tişt şaş kiriye, xirab kiriye. Bi rastî jî di her milî de bi çanda xwe, baweriya xwe, axa xwe ve girêdayî bû. Ji me jî tê xwestin em bi şehîdên xwe ve girêdayî bin. Soza ku şehîdên me dabû heya dilopa dawî, têkoşîn bû. Em soz didin şehîd Xidir ku em ê xwedî li doza wî derkevin.”

‘DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ LI ŞEHÎDÊN XWE BIBE XWEDÎ’

Pîr Dexîl herî dawî bang li civaka êzidî kir û got divê civak xwedî li şehîdên xwe derkeve û divê vegerin Şengalê û got: “Banga min ji bo hemû civaka me ya êzidî ew e ku bila werin xwedî li şehîdên xwe derkevin, xwedî li civak, ax û çanda xwe derkevin. Şengal nemîne Êzîdxan jî namîne. Ev ax rûmet e. Tu ji axa xwe dûr bikevî tu yê ji çanda xwe dûr bikevî, tu ji çanda xwe dûr bikevî tu yê ji zimanê xwe dûr bikevî. Ev hemû mijar wek xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye. Her wiha banga min ji bo civaka êzidî ew e ku bila vegerin Şengalê, xwedî li axa xwe derkevin. Heke axa me û çiyayên me nemînin dê civaka me jî nemîne. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Ez bi xwe ji şehadeta birayê xwe Pîr Xidir serbilind im. Dema ez dibînim ku canê xwe di oxira axa pîroz de daye ez pê serbilind dibim. Heke mirovek ne xwedî pîvan û îrade be nikare ji bo vê axê canê xwe feda bike.”

ANHA